• Li bajarê Dehgolan ê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî kirin nezaretê. Hêzên rejîma di nezaretê de ew bi êşkenceyê şehîd kir. Tenê çend saetan piştî ku hêzên rejîmê ew kirin nezaretê, xebera şehîdbûna gihişt malbata wî.

Darvekirina Mohsen Şekarî rê li ber gelek nerazîbûnan vekir, hem li îranê û hem jî li derveyî Îranê. Lê Îran êşkence û bidarvekirinê weke sîlehên li dijî raperîna xelkê bi kar tîne. Li Dehgolanê hêzên rejîmê ciwanê Kurd Şademan Ehmedî bi êşkenceyê qetil kir.

 Mohsen Şekarî yê 23 salî, bi hinceta ku di 23’ê Îlonê de li Tehranê endamekî hêzên Besicê birîndar kiriye, dadgehekê bi mehkemekirineke şeklî cezayê bidarvekirinê lê birrî. û di 8´ê Kanûnê roja pêncşemê hate darvekirin. Bû yekemîn çalakvanê piştî raperîna 16´ê Îlonê hatiye bidarvekirin. Li dijî bidarvekirina Mohsen Şekarî li Îranê û qada navneteweyî gelek nerazîbûn hatin nîşandan.

Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku ew ji ber darvekirinê 'matmayî mane', di heman demê de nerazîbûna xwe ji bo dadgehkirina neheq jî nîşan da. Rêxistina got: "Darvekirina Şekarî, bêhiqûqiya sîstema edaletê ya Îranê derdixîne holê, ji ber ku bi dehan kes heman çarenûsê parve dikin."

 

Li rûniştinê parêzer nebûn

Midûrê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Mahmûd Amirî-Mohaddam ji navenda xwe ya li Osloyê, bang li hêzên navneteweyî kir da ku bi tundî nerazîbûnê nîşan bidin: “Heger nerazîbûn nebe, çalakger wê bi girseyî bên bidarvekirin. Li Muhsen Şekarî di dozeke lezgîn de bêyî parêzer cezayê bidarvekirinê hat birrîn.”

DYE'yê desthilatdariya Îranê ji aloziya heyî berpirsyar dît. Hikûmeta Elmanyayê jî nerazîbûn nîşanî bidarvekirinê da. Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ragihand ku wan bang li Sefîrê Îranê yê li Berlînê kiriye. Hikûmeta Brîtanî bidarvekirin weke "skandal" bi nav kir. Îtalyayê got, “Nabe ku li hember zexta desthilatdariya Îranê, civaka navneteweyî xemsar be.” Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku cezayê bidarvekirinê 'dijberî mafên mirovan e'. 

 

10 çalakgerên din li ber sêdarê ne

Li gorî daneyên IHR'ê, ji 16'ê Îlonê û vir ve di çalakiyên protestoyî de 63 jê zarok 29 jê jin herî kêm 458 kes hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn derkete 11 e.

Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî, Îran piştî Çînê li cîhanê xwedî hejmara herî zêde ya bidarvekirinan e. Li gorî IHR'ê ji serê salê heta niha zêdetirî 500 kesî hatine bidarvekirin.

 

Li hundir kela çalakiyan nasekine

Dîsa li gel dorgirtina hêzên rejîmê û belavkirina teqemeniyên leşkerî yên giran, pêr bi şev li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Sine, Seqiz, Diwandere, Mehabad, Urmiye, Kirmaşan, Şabat, Merîwan û gelek bajarên din bi pêxistina agir, şewitadina hêmayên hikûmetê û gotina dirûşmeyan, serhildanê berdewam kir. Hat zanîn ku li Seqiz û Sineyê şer di navbera azadîxwaz û hêzên rejîma Îranê de qewimiye, lê belê ti zanyarî der barê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran de nehate bidestxistin.

Her wiha piştî bidarvekirina xwepêşandarê serhildanê Muhsen Şekarî ji aliyê rejîma Îranê ve, pêr bi şev xelkê azadîxwaz li Sistan, Belucistan, Tehran, Meşhed, Îsfehan, Şîraz, Ehmuz, Kirman, Mezenderan, Reşt, Tebrîz, Sarî, Qum, Qezwanû bajarên din gel daket meydanan û diruşmeyên li dijî rejîma Îranê avêt. Bi pêxistina agir û bilindkirina wêneyên kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane, bal bire ser serhildanê. Soza daxwazên xwe û şehîdan careke din dubare kirin. 

   

Ciwanekî Kurd bi êşkenceyê şehîd kirin

Li aliyê din, li bajarê Dehgolan ê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîmê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî kirin nezaretê. Piştî wê ne bi gelekî, hêzên rejîmê Şademan Ehmedî bi êşkenceyê şehîd kir. Piştî kirina wî ya nezaretê bi çend saetan, xebera şehîdbûna wî gihişt malbata wî. Şademan Ehmedî pêr (8’ê Kanûnê) serê sibehê li bajarê Dehgolanê hatibû girtin. 

 

 

Ji 400 kesayetan nameyeke eşkere

 

400 sînemager, hunermend, çalakvan, rewşenbîrên Îranê nameyeke eşkere radestî desteya rêveber a sînema û lijneya parastina yasayî û dadweriya derhênerên filman kir û got, “Çima girtina hunermendan dewam dike? Em amade ne soza ketina çalakiya sinemayê bi cih bînin.”

Di dewama nameyê de ku 8’ê Kanunê radestî desteya rêveber a Sînema û lijneya parastina yasayî û dadweriya derhênerên filman hat kirin, hate gotin, “Çima li beramberî van tedbîrên ku hatine girtin, Mackan Iylanlo û girtiyên din yên hunerî nayên berdan?”

Kesayetên îmze dan, bal birin ser azadiya fikir û mafê xwepêşanderan û gotin, “Hunermend dengê gel in û nabe di girtîgehan de bin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN