- Polîsên dewleta Tirk, li Cizîra Botan destê sibê bi ser malan de girtin û Hevseroka HDPê ya Cizîrê Gûler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin jî di nav de, bi giştî 10 kes kirin binçavan. Polîsan di dema serdegirtina malê de çek xistin serê dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunçê.
Doh destê sibê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di çarçoveya êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê de, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Gûler Tunç û hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin jî, di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû, Endamên Meclisa Şaredariya HDP'ê yên Cizîrê Alî Tanis, Mesût Ûckac, Mesût Nart, Sabrî Erdogmûs, Azîz Ûygûr, Selahattîn Ozkalay û endamên HDP'ê Cîhan Olmez û Reşît Çagli. Her wiha hate zanîn ku polîsan bi ser mala Emîn Kalkan û Mûstafa Dal de jî girtine lê ji ber ku ne li mal bûne nehatine binçavkirin.
Polîsan di dema serdegirtina mala Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç de, çek xistin serê dayîka Mehmet Tunçî, Esmer Tunçê. Dayika Esmer nerazîbûn nîşanî vê yekê da û der barê serdegitina polîsan de got, bi hovî bi ser malê de girtin. Dewlet çi bike bila bike ew ê tu car gav paşde neavêjin."
Xwedê qebûl neke
Tunç, da zanîn ku polîsan dor li tevahiya taxê girtine û got: "Seat 5'an de, em rabûn nimêja sibehê. Dema ku me nimêj dikir dengê derî hat. Li derî nexistin, tavilê şikandin. Bi wî awayî derî vekirin. Em ketin ber derî me got bisekinin em ê ji we re derî vekin. Nehiştin ku em derî vekin. Bi awayekî hovane deriyê me şikandin û ketin hundir. Ketin qata duyemîn li wir jî deriyê Gulerê şikandin. Dor li me girtin. Nehiştin ku em biçin neviyê xwe jî binêrîn. Hewşa me û derdora avahiyên me gişt girtin. Min ji wan re got 'Hûn evqas çima ditirsin? Guler jineke ciwan e, hûn çima evqas jê ditirsin? Tu çek û bombe di malê de nînin.' Min bi vî awayî nerazîbûn nîşanî wan da. Piştî vê gotina min sîleh xist serê min û ji min re gotin 'neaxive û bikeve hûndir.' Min jî nêrazîbûn nîşan da û got 'Ez nakevim malê.' Pişt re ez girtim û avêtim hundir. Lê ligel hemû hewlêdanên wan ez bêdeng nebûm. Pişt re dîsa çek xistin bedana min. Neviyê min Bêkes gelek tirsiya. Xwedê vê zilmê qebûl neke."
Em têkoşîna xwe bernadin
Tunc, bibîr xist ku ew ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin û gotina xwe ya dawî weha got: "Bi awayekî hovane ketin mala me. Tiştek nehiştin. Mal hemû belav kirin. Li ser rewşê çûn du kes ji taxê anîn ji xwe kirin şahîd û ji wan re gotin 'Hûn dibînin me tu zirar nedaye vê malê.' Zirara ku wan daye me, tu kesî nedaye. Tişta ku xwestin kirin. Ji me têr nabin. Xwedê, heta ku em sax bin, tenê yek ji me jî bimîne, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, der barê êrişa dewleta Tirk a bi armanca qirkirinê ya şeva din de daxuyaniyek da, şermezar kir û got, wê tu carî çok neşikîne.
Di daxuyaniya li ber avahiya partiyê de pankarta li ser nivîsandî “Binçavkirin û zora we nikare me ji ya bîne xwarê” hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Endamên Meclisa HDP'ê yên Cizîrê û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşadarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zîrîg axivî û diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze bi operasyonên qirkirinê tirsê li welat belav bike û wiha got: “Armanc ew e, dixwazin dînamîkên dijberî hikûmetê hemûyan tune bikin. Faşîzm dixwaze ku hêzên berxwedêr ên civakê ku çavkaniya hêviyê ne, bi binçavkirin û girtinan tune bike. Di serdegirtina malan de deh hevalên me hatine binçavkirin. Bloka faşîzan divê baş bizanibe ku HDP'ê tu carî çok naşikîne û wê neşikîne jî. Gelê Botanê, weke her carê wê îro jî li dijî zilmê bisekine. Zext û êrîşen we nikarin me bidin sekinandin."
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê jî pêk hat û daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.
MA/ŞIRNEX