Di serî de li Elmanyayê, li gelek welatên Ewrûpayê Kurdan û dostên xwe di salvegera 1ʼê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de meş û mîtîng pêkanîn. Çalakgeran silav dan şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Bi rasthatina 1ʼê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî li gelek deverên Ewrûpayê çalakiyên girseyî pêk hatin. Di serî de li Elmanyayê, li Franse, Ingilistan û Avusturyayê çalakî pêk hatin. Di van çalakiyan de Kurdistaniyan û dostên wan cih girtin. Di çalakiyan de ciwanan û ciwanên enternasyonalîst pêşengî kirin. Di çalakiya li Bielefeldê ya Elmanyayê de bi slogana ji Kobanê ta Cîhanê li dijî faşîzmê rabe ser xwe, ciwanan, dostan û hogiran çalakî pêk anîn. TEKO-JIN, YXK, YXJK û Ciwanên şoreşger pêşengên çalakiyê bûn.
Li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê jî mîtîngek pêk hat. Ertugrul Kurkçu û nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava Ehmed Şêxo di mîtîngê de axivîn.
Hunermend Lale Koçgun jî derket ser dikê û stra.
Li bajarê Hambûrgê çalakî li ber navenda çandê ya Rote Flora pêk hat. Nivîskar û parêzvana mafê mirovan Anja Flach qala berxwedana Kobanê kir.
Di çalakiya Heilbronnê de jî Kurdistaniyan û dostên wan azadiya Rêber Apo xwestin.
Li bajarê Kolnê ciwanên Kurd û enternasyonalîstan çalakiyeke bêîteatiyê pêk anîn. Ciwan meşiyan û pankarta “Ji Kolnê heta bi Kobanê” hildan.
Li bajarê Stuttgartê jî nûnerên sazî û dezgehan tevî Kurdistaniyan û dostên wan hatin cem hev. Ji Komeleyê heta meydana Kobanê meşiyan.
Li paytexta Ingilistanê Londonê jî Meclîsa Gel a Brîtanyayê û TEvgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî li Meydana Trafalgar a Londonê hatin cem hev. Komên enternasyonalîst jî destek danê.
Li bajarê Marsîlyayê yê Franseyê jî çalakgeran silavan dan şoreşa Rojavayê.
Li paytexta Avusturyayê Viyanayê jî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek organîze kir. Kurdistanî û dostên xwe meşiyan û slogan gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN