• Li ser banga jugendantifayê li bajarê Elmanyayê Bielefeldê xwepêşandanek li dijî şideta polês û zexta dewletê hat lidarxistin.

Li ser banga jugendantifayê li bajarê Elmanyayê Bielefeldê xwepêşandanek li dijî şideta polês û zexta dewletê hat lidarxistin. Kurdan jî cihê xwe di çalakiyê de girt û her wiha Halîm Dener ê ku polêsên Elman ew qetil kiribû, bi bîr anî.

Xwepêşandanê ji ber avahiya şaredariya Bielefeldê dest pê kir û di ber navenda bajêr re bihurî. Di nava qederê 300 kesî de aktîvîstên Jinên Xwendekar ên ji Kurdistanê (JXK), yên Navenda Kurdistanê Bielefeldê û TJK-E’yê jî hebûn. 

Di navberê de polês carekê dor li xwepêşandêran girt û hewl da bi awayekî neqanûnî dîmenên wan bigire. Piştî saetekê, xwepêşandêran karî meşa xwe ya ber bi Midûriyeta Polêsan ve dewam bikin. 

Xwepêşandanê helwêsta bêkêr a polêsan di dema êrişa li Hanauyê de bi bîr xist û bi sloganên xwe kuştinên bi destê nijadperestên NSU´yê jî wan protesto kirin. Bi taybetî jî qetilkirina ciwanê Kurd ê 17 salî Halîm Dener li navenda bajarê Hannoverê ya sala 1994’an jî bi pankartekê hat bibîrxistin. 

Wekî din êrişên polêsan û kuştinên gumanbar ên weke qetilkirina Amed Ehmed ê ji Efrînê yê ku li hepsa Kleveyê di encama şewatê de canê xwe ji dest da di axaftinan de hatin bibîrxistin. Ji bo edaleta di doza Halîm Dener de jî pêk bê, slogana “Kuştina Halîm Dener qetl bû, berxwedan divê li her deverî be” hat gotin.

BIELEFELD