Şideta li ser jinê zêde bûye

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:51

Endama Komîteya Îtîfaq û têkiliyên Demokratîk a Kongra Star Rihan Temo, têkildarê pêkanînên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkerî li dijî jinan pêk tîne, ji ANF’ê re axivî.

Rihan Temo, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hatiye, ji ber vê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi awayekî pergalî jin hedef tên girtin û got:“Li Rojavayê Kurdistanê berovajî welatên din di pêvajoya Bihara Ereban de jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane hat avakirin. Berevajî welatên din di pêvajoya Bihara Ereb de jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane hat avakirin. Lê belê zîhniyeta bi serdestiya mêr ku jinên azad û jinên pêşeng weke gefekê dibîne, yekser li herêmên dagirkirî jinan hedef girt. Ev pêkanîn, li hemberî îradeya jinê pêkanînên qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirine. Li herêmên dagirkirî jin rastî gefên wekî destavêtin, revandin, zewicandina zarokan û kuştinê tên. Ev pêkanîn ji rêbazên şer jî girantir e û divê weke polîtîkayeke şerê taybet a li dijî azadiya jinê bê dîtin. Bi taybetî jinên Efrînê yên ku 58 roj li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan, bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên. Li Serêkaniyê jî guhertina demografiya herêmê, tê wateya êrîşa li dijî çand, nasname û hebûna jinê.”

Divê jin xwe biparêzin

Rihan Temo, bêdengiya saziyên mafê mirovan ên navneteweyî jî bibîr xist û got:“Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine û li ber xwe dan, ji aliyê hêzên dagirker ve hedef hatin girtin. Daxwazên jinan ên ji bo guhertina demokratîk bi şîdetê tên tepisandin. Hêzên navneteweyî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û daxwazên wan ên ji bo mafan ji bo sîstema xwe wekî metirsiyekê dihesibînin. Ji ber vê sedemê bêdengiya wan a li pêşberî şîdeta li hemberî jinê, tê wateya bi rengekî neyekser tevkariyê li van pêkanînan kirine. Dadgeh û saziyên mafê mirovan ên navneteweyî li dijî binpêkirina mafê mirovan, bêdeng in. Ji ber ku têkoşîn û berxwedana jinê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.” Rihan Temo, destnîşan kir ku divê jin li herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin parastina xwe pêş bixin û got:“Jinan di gelek şoreşên cîhanê de rolên girîng lîstine. Lê belê di mijarên weke xweparastin, parastina nasname û rêxistinbûyînê de kêmasî hebûn. Ev rewş bû sedem ku jin nikaribin bi têrkerî xwe li hemberî hêzên mêtînger biparêzin.”

ANF/NÛJIYAN ADAR/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.