ERDAL BAZ/BERLÎN

 

Li gorî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirk (YSK) li derveyî Tirikiyeyê 4 hezar û 969 sindoq bên danîn û 3 milyon û 286 hezar û 786 kes wê karibin dengê xwe bidin. Ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê, li derveyê Tirkiyeyê, hilbijêr wê di navbera 27´ê Nîsanê û 9´ê Gulanê de karibin dengê xwe li konsolosxaneyan bidin. Li deriyên sînor jî ji 27´ê Nîsanê heta bi 14´ê Gulanê hilbijêrên derveyî Tirkiyeyê wê karibin dengê xwe bidin. 

Lê ji bo ku hilbijêrek karibe dengê xwe bikar bîne, divê li lîsteya hilbijêran a derveyî Tirkiyeyê qeydkirî be. Mohleta miracaetên ji bo qeydiya hilbijêr, îtîrazên li lîsteyê û guhertina qeydiyan jî heta sibe mumkin in. Îro û sibe jî konsolosxanyên dewloeta Tirk ên li Ewrûpayê ji bo ku van qeydiyan bikin, vekirî ne. Yekşemê saet 16:00´an mohlet bi dawî dibe. 

Li hin deveran ji bo hilbijêr qeydiyên xwe bikin xizmetên veguheztina ber bi konsolosxaneyan tên kirin. Nexasim ji bo koçberên nû çûne Ewrûpayê û penaberên li kampan, ev xizmet heye. 

Koordînasyona Hilbijartinê ya derveyî Tirkiyeyê ya HDP´ê jî xwest her kes heta 2´yê Nîsanê seferber bibe û kesên qeydê wan nînin, li konsolosxaneyan bên qeydkirin.