Li derveyî Tirkiyeyê hilbijêrên ji bakurê Kurdistanê û dostên wan wê karibin dengê xwe li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP´ê bidin. Sibe li welatên Ewrûpayê Elmanya, Fransa, Danîmarka, Awusturya, Luksemburg jî hilbijêrên ji Tirkiyeyê wê karibin dengê xwe bidin. Sindoq li van welatan wê heta 9´ê Gulanê vekirî bin. KCDK-E´yê got, “ji bo azadî û wekheviyê divê em xwe negihîninê nemîne, û hilbijêrê neçe ser sindoqan jî nemîne”.
Ji bo hilbijartina serokkomariyê ya Tirkiyeyê û hilbijartina parlamenteran, hilbijêr wê 14´ê Gulanê dengê xwe bidin. Lê hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê karibin ji sibe û pêve li konsoplosxaneyan û cihên diyarkirî heta 9´ê Gulanê dengê xwe bidin. Li deriyên sînoran ew dikarin heta 14´ê Gulanê jî dengê xwe bidin. Deverên ku dengdan sibe, yanî pêncşemê dest pê dike, Elmanya, Fransa, Danîmarka, Awusturya, Luksemburg in.
Şemiyê li ku deng tê dayîn?
Li welatên Holanda, Swîsre, DYE, Awustralya, Belçîka, Ingilistan, Norwêc, Yewnanistan û Kanadayê jî dengdan ji bo hilbijrên li derveyî Tirkiyeyê 29´ê Nîsanê roja şemiyê dest pê dike. Li van welatan dengdan 7´ê Gulanê bi dawî dibe.
Li aliyê din li welatên Swêd û Fînlandiyayê ji 1 ta 7´ê Gulanê, li Îtalyayê ji 3 ta 7´ê Gulanê, li Îrlanda, Spanya û Japonyayê jî ji 5 ta 7´ê Gulanê dengdan wê pêk were.
Kesêîn dixwazin dengê xwe bidin, ne lazim e ku randevuyê bistînin.
Herçî serkonsolosxane ne, dengdan wê di nava rojêîn diyarkirî de ji saet 09:00´an heta saet 21:00´ê dewam bike.
Navendên li derveyî serkonsolosxaneyan
Li hin deverên ku konsolosxane û nûneriyên dewleta Tirk nînin, hin navendên hilbijartinê hatin diyarkirin. Li van navenda di navbera 29´ê Nîsanê û 1´ê Gulanê de deng wê bên dayîn. Dengdanên li van navendan wê di navbera saet 09:00 û 18:00 de be. Li jêr navnîşanên van navendan hene:
Elmanya
Dortmund: Messe / Dortmund-Rheinlanddamm 200, 44139 Dortmund
Siegen: Hundt&Weber Birlenbacherstr. 1 57078 Siegen
Limburg: Westerwaldstrasse 86, 65549 Limburg
Kiel: Erich Kastner Weg 100, 24143 Kiel
Bremen: Congress Bremen M3B GmbH Findorffstr. 101, 28215 Bremen
Mannheim: Kulturhaus Kaefertal, Gartenstrasse 8, 68309 Mannheim
Aachen: Zollernstraße 16, 52070 Aachen
Bielefeld: Duisburgerstr. 25, 33647 Bielefeld
Regensburg: Junkersstrasse 9, 93055 Regensburg
Ulm: Magirus-Deutz Straße 13, 89077 Ulm
Fransa
Clermont-Ferrand: Anatolia Parc, Le Petit Orcet, 63670 Orcet Clermont-Ferrand
Ingre Orleans: Orleans Espace Chantemelles, Pole 45 Rue Des Chantemelles, 45140 Ingre Orleans
Mulhouse: Gymnase Nordfeld, 43 Avenue Alphonse Juin, 68100 Mulhouse
Holanda
Eindhoven: Van der Valk Hotel, Aalsterweg 322, 5644 RL Eindhoven
Belçîka
Hasselt: TRIXXO ARENA, Park H-Gouverneur Verwilghensingel 70, 3500 Hasselt
Danîmarka
Aarhus: Radisson Blu Scandinavia Hotel, Margrethepladsen 1, 8000 Aarhus
Awusturya
Innsbruck: Congress Innsbruck, Rennweg 3, 6020 Innsbruck
Linz: Volkshaus Ebelsberg, Kremsmünsterer Str. 1-3, 4030 Linz
Graz: Schmiedgasse 2, 8010 Graz
NAVENDA NÛÇEYAN