‘Seyrana Li Çeper’ li Amedê derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Çile 2023 - 03:55

Lîstika "Seyrana Li Çeper" a Nîsk Hunerê, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin. 

Di çarçoveya bernameya Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê de, lîstika mêvan a bi navê “Seyrana Li Çeper” ku ji hêla lîstikvanên Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin, derket pêşberî şanohezan. "Seyrana Li Çeper", li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê, hat lîstin. Lîstik ku rastî elaqeyeke mezin hat, du rojan li ser dikê bû. Bilêtên lîstikê yên her du rojan jî di demeke kin de qediyan. 

"Seyrana Li Çeper", di 4’ê Çileyê de promiyera xwe li Êlihê, li ser dika Batman Yenî Sahneyê kiribû. Lîstika ku Fernando Arrabal nivîsandiye, derhêneriya wê Nazmî Karaman, derhêneriya hunerî jî Egît Firat kiriye. Seyrana li Çeper (1954) bi şêwaza grotesk, ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û li ser bêwatebûna şer e. Wext ne diyar e. Dê û bavek dixwazin li çeperê şer, bi kurê xwe re seyranê bikin. Piştre bi leşkerekî dijmin re, hin bûyer tên serê wê malbatê. Arrabal nivîskarekî welê ye ku ji zarokatiya xwe ve şahidî li şer kiriye. Wî hewl daye bêwatebûna şer bi awayekî mîzahê û bi absûrdî bide nîşandan. Di lîstikê de Denîz Ozer, Habîp Çelîk, Bahoz Ozsunar, Gulan Mizgîn û Şervan Yelboga dilîzin. Lîstika ku bi zimanê Kurdî tê lîstin, nêzî saetekê dewam dike. 

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.