Di salvegera bidarvekirina Seyid Riza ya 86´an de Seyid Riza û hevrêyên wî li Navenda Çanda Elewî Hochtaunusê ya li Oberurselê hatin bibîranîn. Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu li wir got, “Em ê bi berxwedanê bersivê bidin înkar û hiqûqa dijminane ya li dijî bawerî û nasnameya xwe.”
Komîteya Avakirina Dêrsimê (DÎK) bibîranîn organîze kir û merasimê bi pêxistina çirayan dest pê kir. Hevseroka DÎK´ê Hulya Erê got, li Dêrsimê ya hatî kirin qirkirinek bû û ew ê destûrê nedin ku dîrok bê berevajîkirin. Di dewamê de Hulya Erê got, “Îro roj jî bi destê qeyûman li Dêrsimê êrişî pîrozî, bawerî, nasnameya me tê kirin.”
Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin
Hevserokê Navenda Çanda Elewî Velî Balaban jî got, “Ji bo ku em pêşiyê li qirkirina çandî bigirin, divê em xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin. Ev rê tenê heye ji bo têkoşîna li dijî qikirinê.”
Parlamentera HEDEP´ê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî got, zêhniyeta dewleta Tirk a li dijî Kurdan û Elewiyan ji berê ve dewam dike û wiha peyivî: “Me pêşnûma dan da ku em hînî cihê gornên pêşengên Kurd bibin. Lê ew pêşnûma red kirin. Red kirin û nehiştin komîsyona lêkolana heqîqetan bê damezirandin. Bêyî hevrûbûna heqîqetê pirsgirêk nayên çareserkirin.”
Civak jî tecrîd kirine
Di dewamê de Ayten Korduyê bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî û got ew tecrîd li ser tevahiya xelkê û civakê hatiye ferzkirin: “Em ê bi xeta xwe ya berxwedanê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê bi xeta xwe ya berxwedanê bersivê bidin înkar û hiqûqa dijminane ya ku dewleta Tirk li dijî ziman, nasname û baweriya me û li dijî mafê me yê xwebirêvebirinê bi pêş xistiye.”
Hunermend Hasan Saglam kilamên Dêrsimê gotin û hunermend Ferhat Tunç jî zêmar û şîniyên Dêrsimê gotin.
FRANKFURT