Şêx Seîd li dij yekperestiyê derket

Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:10

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat da zanîn ku Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji bo gelê Kurd û mezlûman têkoşiyan û doza neteweya Kurd kirin î gpt:"Şêx Seîd Efendî û hevrêyên xwe li dijî pergala yekperestiyê ku Kurdan tune dihesiband rabûn." 

Şêx Seîd Efendî û hevrêyên xwe di meha Sibata 1925'an de ji bo mafên neteweya Kurd dest bi serhildanê kirin. Serhildan di encama xiyanetekê de naçe serî û ev xiyanet dike ku Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve werin girtin. Şêx Seîd û hevrêyên xwe di 29'ê Hezîrana 1925'an de li Meydana Deriyê Çiyê ku niha navê wê Meydana Şêx Seîd e tên bidarvekirin.

Di ser serhildan û bidarvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de 100 sal derbas bûn. Her çiqas Şêx Seîd û hevrêyên xwe hatin bidarvekirin jî lê gelê Kurd netewiya û têkoşîn û berxwedana wan heta roja me ya îro anî. Her çiqas cenaze û cihê gora Şêx Seîd ne diyar be jî lê gelê Kurd doza wan kêliyêk bi tenê nehişt û her tim li ber xwe da.

Bi pêşengiya Komeleya Şêx Seîd a li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe dê 29ê Hezîranê li Meydana Şêx Seîd merasîma bîranîna Şêx Seîd û hevrêyên wî li dar bixe.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ku di heman demê de neviyê Şêx Seîd e bi rasthatina salvegera 100emîn a darvekirina Şêx Seîd axivî.

Şêx Seîd li dij yekperestiyê derket 

Kasim Firat diyar kir ku sed sal berê Şêx Seîd û gelek pêşdehatên herêmê (hevrêyên xwe) xeteke neteteweyî ya Kurd çêkirin û got: “Şêx Seîd û hevrêyên xwe ji bo gelê Kurd û mezlûman têkoşiyan û doza neteweya Kurd kirin. Heyata xwe ji bo mafên gelê Kurd dan. Şêx Seîd û hevalên xwe gotin em hazir in hemû heyata xwe fedayî gelê xwe bikin. Şêx Seîd Efendî û hevrêyên xwe li dijî pergala yekperestiyê ku Kurdan tune dihesiband rabûn. Ji bo doza Kurdayetiyê ketin nav welat û xwestin meseleya Kurdbûnê ji bo gel rave bikin.”

AW/AMED/BÎLAL GUNDEM/LEZGÎN AKDENÎZ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.