Ji rêveberên Heyva Sora Kurdistanê Şêx Mûsa (67) ku 1ʼê Çile li nexweşxaneyê bi şewba koronayê wefat kir, cenazeyê wî doh li bajarê Bonnê yê Elmanyayê hat veşartin.

Şêx Mûsa 27 salan di nava Heyva Sora Kurdistanê de xizmet kir. Tevî ku temen mezin bû, di van salên dawî de bêyî ku bêhna xwe bide li herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê û li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê xebatên hêja meşandin.

Kurdistaniyan ew li goristanê tenê nehiştin û hunermend Hekîm Sefkan li goristanê pêşkêşvanî kir. Hunermendên TEV-ÇANDê jî amade bûn. Nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanê di merasîmê de axivîn û qala fedekarî û emekdariya Şêx Mûsa kirin.

Cenazeyê Şêx Mûsa li qebristana Bonn Auerbergê hat veşartin.

POLÎTÎKA AZAD