• Kovara rewşen; hejmara xwe ya yekê 1´ê Sibata 1992´yan weşandibû, yanî beriya bi 30 salan.

Kovara rewşen; hejmara xwe ya yekê 1´ê Sibata 1992´yan weşandibû, yanî beriya bi 30 salan. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê heta hingê jî ji bilî Tirkî bi ti zimanên din destûr nedihat dayîn ku weşan bê kirin. Bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dewleta Tirk jî mecbûr ma di hin qanûnan de guhertinan bike. Di warê weşanê de jî qanûn guherîn; bi vê yekê re ji Kurdî re jî derfet peyda bû ku bi rêya estrumanên cihêreng bigihîje ber destê xwendevanên Kurd. Di destpêka salên 1990’î de xemxurên Kurdî, întelejensiya Kurd, hin mela û rewşenbîran li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî vekirin, Kovara Rewşenê jî wê demê dest bi weşana xwe kir û destpêkê nivîsên kesên li Enstîtuya Kurdî û NÇM’ê bi Kurdî û çanda Kurdî re elaqedar bûn, weşandin. Apê Mûsa yê gorbeheşt, nivîsa pêşkêşê ya kovarê nivîsîbû. Lê dewleta ceberûd a Tirk her çend ji ber têkoşînê hin gav bi paş ve avêtibin û hin qanûn guhertibin jî bi zext û pêkutiyan, bi rêya cezakirinê tim hewl da ku weşana wê asteng bike. Ji ber dozên lê dihatin vekirin, gelek caran berpirs û sernivîskarên wê diguherîn. Heta mecbûr ma navberê bide weşana xwe jî. Lê carekê tîr ji kevanê derketibû. Kovara Rewşen bi navê Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê karîbû heta dawiya sala 2002´yan 77 hejmaran derxe.

Di nava nivîskarên wê de Mûsa Anter, Feqî Huseyn Sagniç, M. Zahir Kayan, Esma Eksen, Cemîl Denli, A. Rahman Çelîk, Dilawer Zeraq, Rênas Jiyan, Nûrten Demirbaş, Kawa Nemir û gelek kesên din hebûn.

NAVENDA NÛÇEYAN