Şêwekarên jin li stûdyoyên xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:03

  • Juliana Vido: Di warê hunerî de ku bêhtir deshilatdariya mêr lê serdest e, ez jinan dikim mijara hunerê xwe û dixwazim karên ku kirine bi vî awayî binirxînim, wan pîroz bikim. 

Dîroka huner, reng û navê jinê bi zanebûn da jibîrkirin û her tim ji hunermendên jin bêhtir yên mêr li meydanê bûn. Lê di dîroka hunerî de gelek hunermendên jin jî hene ku bi raman û hunerê xwe xemên xwe yên hunerî derbirîne û gelek berhemên hêja derxistine holê. Geogia O’Keeffe, Yayoi Kusama û Hima af Klint çend ji wan jinên jêhatî yên şareza ne ku di warê şêwekariyê de bi nav û deng in û pêşengiya vî karî kirine. Şêwekara Arjantînî Juliana Vido, xwestiye bi tabloyên rengîn rêzeberhemên şêwekarên jin çêbike û wan li stûdyoya wan dema li ser kar ango dixebitin, xêz dike. 

Juliana Vido, îllûstratoreke wek şêwekarên ku xêz dike, bi hêz e û di hunerê xwe de serketî ye. Jixwe, tabloyên xwe jî bi şêweya îllûstrasyonan çêdike û reng û xemla tabloyên wê yên rengîn pirr xweşik tên xuyanê. Ew gava van tabloyan çêdike, şêwekarên jin di stûdyoyên xeyalî de diresmîne û sêwirandineke resen, li gorî dilê xwe çêdike.

Dîroka hunerî ya ku jinan tine dihesibîne

Julina Vido, dibêje “Min ev rêze berhemên şêwekarên jin ji bo balê bibim ser dîroka hunerî ya ku jinan înkar dike, çêkirin” û wiha dewam dike: “Nexasim jî derbarê huner de her tim dixwazim tiştên nû fêr bibim û ji bo vê yekê, dixebitim. Di dawiya lêkolînên xwe yên dîroka hunerî de ez gihîştim vê encamê û ez bi şêwekarên jin daketim û min ew xêz kirin. Helbet di destên min de wêneyên wan jî hebûn, ev wêneyên min dîtin şewqa min zêdetir kirin û min bi vî awayî dest bi van rêzeberhemên hunermendên jin kir ên ku li stûdyoya xwe dixebitin.”

Agahiyên nû

Ev wêneyên Juliana Vido ji bilî berhemên dekoratîf ên rengîn, hin tiştên nû jî fêrî me dikin. Kesên li van tabloyên wê dinihêrin, derbarê şêwekarên jin de agahiyên û her kitekitên nû jî dibînin. Juliana Vido tîne ziman ku mijara wê ya sereke jinên şêwekar in û wiha pê de diçe: “Di warê hunerî de ku bêhtir deshilatdariya mêr serdest e, ez jinan dikim mijara hunerê xwe û dixwazim karên ku kirine, bi vî awayî binirxînim, wan pîroz bikim. Ez ê di vî warî de hîna gelekî bixebitim û weneyên nû yên şêwekarên jin ên ku ez hîna wan nas nakim jî çêkim. Dîsa ez ê bi teknîka îllûstrasyonê bixebitim.”

Şayesandinên resen

Fîgûr yan jî şêwekarên jin ên di tabloyên Juliana Vido de, rasterast li çavên temaşevanan dinihêrin. Vido, bi zanebûn çavên wan hinekî mezin nîşan dide û ev yek jî zêde bala mirovî dikişîne ser xwe. Ev yek jî nîşan dide ku şêweyeke wê ya resen heye û şayesandinên wê dikin ku mirov bi wêneyên wê re têkiliyê deyne û daxilî tabloyên wê bibe. Juliana Vido, gava şêwekarên jin diresmîne li pişt wan di stûdyoya wan de hin tabloyên wan ên navdar jî nîşan dide ku ev tablo bûne nav û nîşana wan jinên şêwekar. Ji cil û bergên wan heta bi firçe û tuwalên wan, tevab bi ruhê estetîkeke pak bi cih dike. Her çiqas çavkaniya wê fotografên rasteqîn bin jî ew xeyala xwe jî li van wêneyan zêde dike û bi vî awayî van wêneyan çêdike.

Çavkanî fotograf in lê xeyal jî heye

Juliana Vido herî dawî ji bo van tabloyên xwe dibêje, “Ji bo ez van wêneyan çêkim destpêkê her tim di destê min de fotografekî wan heye, ji bo di tabloyên xwe de pozên wan û awirên wan baş nîşan bidim, ez ji fotografên wan sûdê werdigirim. Lê paşê jî li ser hin hurgiliyên fîzîkî, teknîkî û her wiha hunerî difikirim. Gava li fotografên van şêwekarên jin ên bêhempa dinihêrim, gelek tiştên nû fêr dibim. Nexasim jî têkiliya di navbera şêweya ku bikaranîne û karên ku derxistine holê, dikolim û ji vê yekê pirr kêfê digirim.”  

BUENOS AIRES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.