Şêwekarî carinan yek ser elaqedarî civaka mirovî bi xwe ye: çi qewm û welat, çi gund û civat, em dibînin ku awayê jiyanê yê civakê dibe mijareke bel û xuya li cem hin hunermendên şêwekariyê de. Hunermenda jin a Brotonî ya ji Fransayê di dawiya sedsala 19´an û destpêka sedsala 20´an de yek ji van şêwekaran bû. Li ser tuwalên wê masîgir, torçêker, tamîrkeriya torên masîgiran, jin û dayikên Brotonî, şivan û pezên wan timî darîçav in. Pê re jî Behra Atlantîkê û hawîrdora Brotonyayê ya li ber perê vê Atlantîkê timî hene.

Navê berhemeke şêwekara Brotonî, “Hûnandina tora masîgiriyê” ye û berhem sala 1899´an hatiye çêkirin, tê de jinek, toreke masîgiriyên yan çêdike yan jî tamîr dike. Bi wêneyê “Azarkêş” de ew balê dibe ser saxfilitiyên qezayeke di berhê re de. Mirovên tirsiyayî, digirîn û şînê ji bo miriyan digirin û gera li saxfilitiyên mayî, di wêne de xuya dike. Ew sala 1859´an hatibû dinê û sala 1935´an li Parîsê wefat kir û hunermendeke gelekî berhemdar bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN