‘Şêwekar helbestvanek jêhatî ye’

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Cotmeh 2021 - 04:06

ZIHUR EL-MEŞRIQÎ
JINHA/TÛNIS

Lêkolîner û şêwekara Tûnisî Zahra Zerougui di hunerê Ebru, hunerê wênesaziyê de pispor e. Bi xwe di nava malbateke hunermend de mezin bûye ku evîna hunerî di dilê wê de kariye di warê çandê de jêhatîbûyîna xwe ji asteke bilind bigire û ber bi profesyonelî û xwendina akademîk ve biçe. Her wiha, wê li Navenda Lêkolîn û Xebatên Dîrok û Çandê ya Huner li Stenbolê xwendina xwe temam kiriye.

Zahra Zerougui li paytext Tûnisê ji dayik bûye. Zahra dibêje, bijartina wê ya hunerî ne tesadufî ye, li ser evîn û azweriya wê çêbûye. Her wiha esasê hunerê wê ji malbata wê ya hunermend tê, lewma malbata wê jê bawer kiriye û piştgirî daye wê.
Huner têkoşîn û pirsgirêk e

Dema ku ew tabloyên xwe xêz dike, beriya wê plan nake ka ew ê çi xêz bike. Berevajî, kêliyên helbestî û giyanî yên mîna ji dayikbûnê pê re peyda dibin. Zahra Zerrougui piştrast dike ku şêwekar helbestvaneke jêhatî ye û dikare bi awayekî felsefî û biwêjî vebêje. Ew wiha behsa hunerê xwe yê ebrûyê dike: “Têkiliya min bi hunerê ebrûyê re têkiliyeke hebûnê ya metafizîkî ye û metafizîk jî şaxekî felsefeyê ye ku naveroka tiştan dixwîne. Tiştekî awarte heye ku dema ez xêz dikim, min dike mîna çivîkekê ku cara yekem azadî tam kiriye. Li gorî min her kes bi xêzkirina min re elaqedar dibe, ji ber ku ez ji bo her kesê xêz dikim û armanca min ew e ku ez her dem pisporiya xwe bi gelemperî û bi taybetî bidim nasîn. Huner bi xwe, li gorî dîtina min, têkoşîn û pirsgirêk e. Ji alî û pêkhateyên peywendîdar ve piştgiriya manewî û madî dixwaze.”

Bandora kovara ‘Rewşa Kesane’

Zahra Zerougui dide zanîn ku ya ku jinên Tûnisî bi dest xistiye encama têkoşînên femînîst ên bi dehsalan in, û hemû maf, erk û destketiyên şoreşgerî yên qanûnên Tûnisî misoger dike jî di nava van de n: “Kovara Rewşa Kesane ya sala 1956’an hat derxistin, metna qanûnê ya herî berbiçav e ku jiyana civakî û kesane ya jinan sererast dike û yek ji pergalên dadrêsî yên herî nûjen li cîhana Ereban e. Wê ji bo jinên Tûnisî gelek destketî anîn. Jinên Tûnisî di rêzên pêşîn de ne û di şerên siyasî hemûyan de yên ku hatine serê welêt, ew jî heye, ji tevkariya wan di tevgera neteweyî ya li dijî kolonyalîst heta bi şoreşê.”

Ji qelsiyê hêzê diafirîne

Yê ku bi Zahra Zerougui re bipeyive, dê ji tabloyên wê fêm bike ka wateya jina pispor di hunerê awarte de çi ye. Her wiha ew ê maneya wê yekê jî fêm bike ya ku ji qelsiyê qelsiya hêzê biafirîne bizanibe, tevî siyaseta marjînalîzekirin û dûrxistina rewşenbîran li Tûnisê. Zahra Zerrougui ew e ku bi hemû hêza xwe, zanebûn û aqilê xwe hewl dide xwe û serxwebûna xwe bi dest bixe û xwe li cîhaneke ku ew xweştirîn û paqijtirîn dibîne, cîhana bedewî û hunerê bilind bifire. Ew jiyanê di rengên xwe de dibîne û rêya xwe bi firçeya xwe li ser ava sekinî û bêreng vedihewîne ku wê zindî dike û dike tabloyeke hunerî ya ku bala her kesê dikişîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.