- Tabloyên herî navdar yên Van Gogh bi saya teknolojiyê li asîman hatin xêzkirin.
Şirketa Dronan a bi navê EFYI Group bi hevkariya Zanîngeha Tianjin ya li Çînê asîmanên Çînê bi tabloyên Van Gogh bi rohniyê rengand. Tabloyên herî navdar yên Van Gogh bi saya teknolojiyê li asîman hatin xêzkirin.
Ji bo bi şev karibin vê ronahiyê li asîmanê çêbikin 600 drone û balafirên bê mirov hatin bikaranîn. Bi vî awayî tabloyên Van Gogh yên herî navdar hatin xêzkirin. Tê gotin, ev çalakî anîmasyona herî dirêj ya li dinyayê ye û ciyê xwe di Rekorên Guinness ên Dinyayê de girtiye.
Ev pêşandana bêhempa 26 deqe dewam kir û 600 drone di heman demê de bi hewa ketin, çalakiyeke serketî pêk anîn. Li gel rekora dinyayê, wan hunerê Van Gogh ya bi bandor careke din nîşanî dinyayê da û jiyana wî jî vegot. Tabloyên Gogh yên bi navê, “Şevên Bi Stêrk”, “Gulberojk”, “Di Payîzê De Dara Tuyê”, “Kulîlkên Behîvê”, “Odeya Razanê ya li Arles” û “Otoportre” di nav şevê de li asîmanên Çîn’ê biriqîn.
NAVENDA NÛÇEYAN