Şevbihêrkê, Kurdên li St. Gallenê anîn cem hev. Hunermendên ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê beşdarî Şevbihêrkê bûn û bi stranên xwe kesayetên navdar ên dîroka Kurdistanê bi bîr anîn.
Bi şevbihêrkê re armanc ew bû ku çanda Kurdan bigihînin nifşên nû. Li ber posterê Rêber Abdullah Ocalan û neqşên çandî ji rojhilat heta bi rojavayê Kurdistanê, stran hatin gotin, xwediyên stranan hatin bibîranîn. Yek ji van jî Dengbêj Şakiro bû.
Destana Zembîlfiroş
Yek ji berhemên sereke yên wêjeya Kurdî destana Zembîlfiroş, bi destê Feqiyê Teyran jî di sedsala 16'an de hatiye nivîsandin û di sedsala 18'an de ji aliyê Mûradxanê Bazidî, bi nivîskî li nava wêjeya Kurdî hate bicihkirin. Di vê berhemê de çanda bajarvaniyê ya Kurdan bi xurtî tê nîşandan. Destan ji aliyê hunermend Firat û Newroz ve careke din hate gotin.
Beriya lêxin, tembûrê maç dikin
Hunermend Celal jî destanên ji herêma Rojhilat gotin. Wî bal bire ser girîngiya tembûrê ji bo Kurdên Rojhilatî û got, "Gelê Kurd di her sedemê de ji cih û warê xwe hatine kirin. Ji ber vê yekê arşîva me timî tijî ye. Ev tembûr ji bo Kurdên Rojhilatî gelekî girîng e. Hem hunerê Kurdan hem jî dîroka wan temsîl dike. Beriya gotina her stranê teqez tê maçîkirin."
Meryemxan û Evdalê Zeynikê jî bi bîr anîn
Di bernameyê de behsa jiyana Meryem Xan jî hat kirin. Hate gotin, ka jinên Kurd di dengbêjiyê de jî çiqasî serketî ne û çawa xwedî li motîfan derdikevin.
Ji kesayetên herî girîng ên dengbêjiyê Evdalê Zeynikê ku weke Homerosê Kurdan tê naskirin jî, bi klamên xwe bûye efsane. Firat jî bi vê gotinê dest bi axaftina xwe kir û piştre strana Emro ya Şakiro got.
ANF/GALLEN