Dîrokzanê hunerê James Hall ku di heman demê de li Zanîngeha Southamptonê profesor e, da zanîn ku şêwekar Van Gogh, bi îlhama Birca Eyfelê ya li Parîsê tabloyê xwe yê navdar “The Starry Night” (Şeva bi stêrk) çêkiriye.
James Hall vê angaşta xwe teqez nekir lê li gor texmîna wî Van Gogh şeva ku Birca Eyfelê temam bûye û hatiye vekirin ronahiyên li wir yên piroteknîk dîtiye. Yanî di dema vekirina bircê de fîşekên hawayî jî hatine teqandin û li asîmanên reş şewq dane ev fîşek. Stêrk, asîman û ewrên Vang Gogh jî di bin tesîra vê pîrozkirinê de hatine çêkirin.
“The Starry Night” (Şeva bi stêrk) li Başûrê Fransayê Saint-Remy, di wan demên ku Vang Gogh di nexweşxaneyê de bû hatiye çêkirin. Darên wî yên serwî ku weke kifşa razberî û vexwandina mistîsîzma xwezayê tên şirovekirin di vî tabloyê de derdikevin pêş.
Şeva ku Birca Eyfelê hatiye temamkirin û bi şahiyekê vekirina wê hatiye pîrozkirin, ango di sala 1889’an de Van Gogh ji birayê xwe Theo re nivisiye û gotiye; “Darên serwî hîna jî min mijûl dikin, ez dixwazim weke gulberojan bi wan jî tiştekî çêkim. Matmayî dimînim, çawa heta niha kes wan nedîtiye. Di warê rêz û balansê de pirr xweşik in, eynî weke pîramîdên li Misrê.”
Li gor Hall dide zanîn birca Eyfelê nîşaneya hêza teknolojiyê ya Fransiyan e. Birca Eyfelê bi vî awayî hate danasîn û bandora wê ji Pîramîdên Misrê zêdetir bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN