• Szilajka Erzsebet dibêje, her çend di hunerê wê bi xwe de kevir bi awayekî statîk û bê tevger werin xuyakirin jî dema ku tablo diqede resmê derdikeve holê, bandoreke dînamîk ango bi tevger derdixe holê.

ARDÎN DÎREN

Szilajka Erzsebet jineke hunermend a Macar e. Ji xeweşikiya xwezayê îlhamê digire û bi saya vê îlhamê berê xwe dide kevirên xweşik yên ber behrê. Wê kevirên rengo rengo yên qiraxa behrê kirine malzemeyê hunerê xwe û bi van keviran çîrok û serpêhatiyan dibêje. Szilajka Erzsebet weke “hunermenda keviran” jî tê naskirin û xelk ji karê wê hez dike. Szilajka derheqê karê xwe de dibêje, “Kevirên ku bi kar tînim yên xwezayî ne û ez formên wan yên orîjînal bi kar tînim.” Erzsebet dibêje, dema ew bi van keviran çîrokan çêdike bi dilekî safî û jidil çêdike û difikire ku ev tabloyên wê yên bi keviran hatine çêkirin, mirovan difikirînin û ji bo wan jî jidil xuya dikin.

‘Hem dînamîk hem statîk in’

Szilajka Erzsebet dibêje, ev kevirên ew ku bi kar tîne, hem dînamîk û hem jî statîk in. Yanî ya muhîm ew e ka hunermend maneyeke çawa lê bar dike û çawa bi kar tîne. Hunermend dikare hestên cur be cur li van keviran bar bike û bi wan serpêhatiyên mirovahî û xwezayê bibêje. Kesên tabloyên Szilajkayê dibînin, lê vedigerin û jê re dibêjin, “Tabloyên te tim di nav tevegerekê de ne. Atmosfera ku tu ava dikî, hestên kûr bi mirovan re çêdikin.” Szilajka Erzsebet jî dibêje, kevirên rengo rengo yên ber behrê xwedî hêzeke wiha ne ku mirov dikarin bi hestên cuda nêzî wan bibin û ji serpêhatiya ku bi van keviran çêdikim, hez bikin.

‘Dewsên tilî û ruhê min’

Dema Szilajka Erzsebet van tabloyan çêdike, hest, fantezî û fikrên wê jê re dibin piştek û ew bi vî awayî dikare li ser tabloyekî hûr bibe. Szilajka dibêje, her çend di hunerê wê de kevir bi awayekî statîk û bê tevger werin xuyakirin jî dema ku tablo diqede resmê derdikeve holê bandoreke dînamîk ango bi tevger derdixe holê û wiha pê de diçe: “Dema tablo diqede, encam weke fotografekî tê xuyanê. Lê di vî fotografî de tevger heye, hîsek derdikeve holê ya ku çîrokê weke çîrokeke bi tevger a ku diherike, nîşan dide. Yanî di van tabloyan de tenê kevirên ber behrê nayên xuyanê, hin dewsên veşartî yên tilî û ruhê min jî hene di van tabloyan de.”

‘Dema serpêhatî xwediyê xwe dibîne …’

Piştî demekê ev kevir Szilajka Erzsebetê hesastir dikin û ew nikare zû bi zû dev ji van keviran berde. Dema pêvajoya tabloyekê dest pê dike, ew jî zorê nade xwe û dibêje, ez li gorî herikandina keviran tevdigerim û her carê ew min dibin cihekî. Szilajka dibêje, ev herika keviran wê ber bi azadiyê ve dibin û hîseke baş pê re çêdikin. Szilajka Erzsebet wiha dewam dike: “Dema em di hin tiştan de yan jî ji bo hin zewqên xwe israr bikin, ev yek dilê me hişk dike û mirov wê gavê tenê li xwe difikire. Ez ji van keviran û serpêhatiyên ku bi wan ava dikim, gelekî hez dikim lê dema dibînim ev serpêhatî xwediyê xwe dibînin û hin kes xwe tê de dibînin, veqetandina min a ji wan hêsantir û bi manetir dibe.”

‘Kevirên min bê rû ne’

Szilajka Erzsebet ji tiştên besît û sade hez dike û dibêje, di jiyanê de hin tiştên girîng di sadebûnê de ne. Ew bi van kevirên xweşik, serpêhatiyên sade dibêje. Ev serpêhatiyên wê ji mirovan re jidil xuya dikin û mirov ji wan hez dikin. Jixwe, ew jî dema li ser têkiliya di navbera huner û bîner de dirame, dibêje, berhemek ne tenê yê hunermend e, di heman demê de yê temaşevan e jî û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Dema temaşevan li berhem binihêre û tiştekî hevpar bibîne wê demê ev berhem bi mane dibin. Her wiha divê ew jî karibin hest û nihêrînên xwe di van serpêhatiyan de bibînin. Dema ev yek pêk were, wê demê berhemek dibe berhemeke hunerî. Heger hûn bala xwe bidinê, rûyên kevirên ku bi kar tînim tine ne. Ji lewre, her kes dixwaze tevlî tabloyê min bibe û di tablo de bi rolekê rabe.”