• Zanyar û dîrokzanên hunerê wisa dizanîbûn ku tabloya şêwekarê sûrealîst Yves Tanguy ya bi navê “Sextekariya li baxçe” sala 1930’î hatiye şewitandin.

Zanyar û dîrokzanên hunerê wisa dizanîbûn ku tabloya şêwekarê sûrealîst Yves Tanguy ya bi navê “Sextekariya li baxçe” sala 1930’î hatiye şewitandin. Lê niha derket holê ku ew tablo nehatiye şewitandin û halê tabloyê yê resen hatiye dîtin.

Tabloya Yves Tanguy sala 1930’î hatibû çêkirin, heman salê li Parîsê li salona şanoyê ya bi navê “Studio 28” hatibû nîşandan. Wê şevê filma derhênerê Spanyolî yê Sûrealîst Luis Bunel jî dihat nîşandan. Her wiha tabloyeke Salvador Dalî jî dîsa di heman şevê de dihat nîşandan. Hin komên faşîst di şeva nîşandana filmê de bi ser sînemayê de digirin û çend tabloyon diçirînin. Tabloyê Salvador Dalî bi zorê ji destên wan tê revandin. Lê heta roja îro jî wisa dihat zanîn ku tabloya Yves Tanguy wê şevê hatibû tinekirin ango parçekirin. 

Sala 1985’an tabloya Yves Tanguy ji hêla kesekî Fransî ve li muzayedeyê hatiye kirrîn, piştî hin kesan tablo dîtiye ferq kiriye ku ev tablo ya Yves Tanguy e û nehatiye parçekirin bi pey şopa tabloyê ketine heta ku agahiyên derbarê tabloyê de teqez dikin. Jennifer Mass ku restoratoreke şareza ye tabloya Yeves Tanguy analîz kiriye û dibêje, ev tablo ya resen e.

NAVENDA NÛÇEYAN