- Ti rewş û bûyeran nekariye têkiliya di navbera xelkê Kerkûkê û şanogeriyê de tine bike. Koma Şanoyê Hewar hewl dide li Kerkûkê siberoja şanoyê li Kerkûkê her xurt bimîne. Lê dîsa jî jina bi tenê ya li ser dikên şanoyê li Kerkûkê Hewar e.
BIRWA ESHED/ROJNEWS/KERKÛK
Di sala 1921’ê de Inglîzan bi taybetî piştî dagirkirina Kerkûkê, şano birin Kerkûkê. Piştre Inglîzan kompanyayên neftê birin Kerkûkê û taxa Erefê. Ji ber hejmara zêde ya leşkerên artêşa Inglîz û karmendên wan, sehneyek ji bo şanoyê û qehwexaneyek ji bo dem bihurînê ji bo wan ava kirin.
Endamê Koma Şanoyê ya Hewar, hunermend û şanoger Nejad Necim derbarê mijarê de got, “Sala 1930’î li ser Kelha Hewlêrê şano hate nîşandan. Yek ji hunermendên Kurd ku wê demê dest bi karê şanoyê kir, Nûr Huner bû ku hem mamoste hem jî wênegir bû. Sala 1970’yî koma şanoyê ya bi tecrûbe ku xwedî dîrokeke zelal bû, hate avakirin. Koma şanoyê ji şanoger Selman Fayeq, Cîhad Dilpak, Hisên Misrî, Elî Kerîmî, Dr. Fazil Caf, Xelîl Zengene, Mehdî Umêd pêk dihat. Heman salê li Bexdayê şanoyekê nîşan didin û xelata herî baş ya pêşandanê girtin.”
Di sala 2003’yan de qonaxeke nû
Di sala 1990’î de ji ber ambargoyên li ser Iraqê şano li bajarê Kerkûkê lawaz dibû, û vê yekê heta pêvajoya azadbûna Iraqê di sala 2003’yan jî dewam kir. Di sala 2003’yan de piştî pêvajoya siyasî ya li Iraqê, qonaxeke nû ji bo şanoya Kudî dest pê kir. Heman salê, Peymangeha Hunerên Ciwan hate vekirin. Ev yek weke “werza zêrîn ya koma şanoyên Kerkûkê” tê zanîn. Koman timî çalakiyên hunerî li dar dixistin û gelek pirtûk çap kirine. Bi vî awayî heta êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an jî komên şanoyê di asteke baş de bûn.
‘Keçên welat ên hatin firotin’
Di sala 2014’an de yekem xebata şanoyê ya komê bi şanoya “keçên welat ên hatin firotin” hate nîşandan. Şano behsa êşên keçên Êzîdî di dema fermana bi destê çeteyên DAIŞ’ê êrişî dike û nîşan dide la ev keç û jin çawa ji bo kirîn û firotinê revandine welatên Ereb. Heman salê, koma şanoyê ya Huner, festîvaleke şanoyê bi navê ‘Festîvala Kerkûkê ya Şanoyên li Kolanê’ ragihand. Ev festîval piştre bû Festîvaleke Navneteweyî. Her sal li gel komên şanoyên yên her çar beşên Kurdistanê, ji welatên Ereb jî komên şanoyê beşdarî festîvalê dibin û gelek xelat tên dayîn. Heta niha 7 caran festîval hatiye lidarxistin.
Koma Hewar ya şonoyê tê ava kirin
Endamê Koma Şanoyê ya Hewar, Nejad Necîm di dewamê de derbarê destpêkirina karê şanoyê û avakirina koma şanoyê ya Hewar de got, “Piştî avakirina Peymangeha Hunerên Xweşîk a Kerkûkê, me ji sala 2011´an heta sala 2014’an di komên cuda de karê xwe kir. Di vê demê de li gelek bajarên Iraq, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê me şano pêşkêş kirin. Sala 2014’an me biryar da ku koma şanoyê ya Hewar ava bikin. Ev yek jî di demeke wiha de bû ku Iraq û Herêma Kurdistanê di nava gelek arîşeyan de bûn. Di dema ragihandina avakirina komê de Rojnewsê piştgiriyek mezin kir û hemû çalakiyên komê şopandin û parve kirin.”
Hewar, tekane jina li ser dikê
Nejad Necîm da zanîn kuwan navê lîstîkvana şanoyê Hewarê li komê kiriye, û wiha dewam kir: “Di komên şanoyê yên din ên Kerkûkê de hunermendên jin ên beşên din hebûn, lê Hewar hemû jiyana xwe ji bo şanoyê feda kiribû da ku jinên din jî teşwîq bike da ku werin komê û dest bi karê huner bikin. Ji bo wê me biryar da ku navê komê bikin Hewar, lê mixabin heta niha jî Hewar tekane jina li Kerkûkê li ser dikê ye. Ji bilî wê dema pêwîstiya komên din bi jinekê hebe ku rolekê bike, alîkariya komên din hemûyan dike. Hewar ji bo şano, Kerkûk û komê kesayeteke girîng e.”
Beşdarî festîvalên navneteweyî dibin
Hunermend Nejad ‘Festîvala Şanoya Kolanê’ wek deriyê yekem ê navneteweyî yê koma Hewar bi nav kir û wiha pê de çû: “Destpêkê me li ser asta Kerkûkê Festîval li dar xist û li pey wê, li ser asta Kurdistanê û Iraqê belav bû. Piştî wê jî bû navneteweyî. Piştî sala 2014’an perwerdeya Kerkûkê mezûnên zanîngeh û peymangehan tayînkirin.” Koma Hewarê di dema bihurî de bi performansa kolanê beşdarî Festîvala Şanoya Navneteweyî ya li Misrê bû. Piştî wê Tûnisê ew vexwendin da ku beşdarî şanoyekê bibin û xelatên zêr û yên herî baş standin. Her wiha wê li ser asta 17 welatan beşdarî şanoyên di salonan de bibin.
Xebata herî dawî ya koma şanoyê ya Hewar “Tisûnamî Gorewî” ye ku li gorî Nejad Necîm dibêje, ji bo vî karî bi perwerde û provayê ve mijûl in. Her wiha weke wî bi xwe gotî, lîstikeke komedî ye ku çar karekterên sereke û herwiha komeke muzîkê û dîlanê tê de cih digirin.
Hikûmet şanoyê girîng nabîne
Li Iraqê yekem car şano sala 1892’yan de hatiye nîşandan. Li ser asta Kurdistanê jî Helbestvan Goran yekem kes bû ku şêweya ‘şano’ di helbesta cîlewey şano û dîwana firmêsk û huner a di sala 1950’î de bi kar aniye. Bi salan e hunermendên Kurd li tevayî bajarên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêmê dikin ku giringiyê bi şanoyê bidin û salonên taybet û pêdiviyên şanogeran peyda bikin. Lê ji ber xemsariya hikûmetê hunermend bi gazindin û diyar dikin hikûmet ti giringiyê nade hunerê, bi taybetî jî bi şanoyê.