Serokwezîrê PDK’ê rexne kir hat girtin

Duşem 17 Çile 2022 - 22:52

  • Li Hewlêrê asayîşa PDK’ê pêşmergeyekî Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi hinceta rexnekirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, kire nezaretê.

Li Hewlêrê asayîşa PDK’ê pêşmergeyekî Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi hinceta rexnekirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, kire nezaretê.

Li Hewlêrê, Asayîşa PDK’ê, doh pêşmergeyê YNK´ê Karwan Ebdulwahîd li mala wî ya li daîreyên Bihar kire nezaretê û heta nûçeya me dihat amadekirin jî, ew bernedabû.

Birayê  pêşmergeyê di nezaretê de, Şaxewan Ebdulwahîd got, “Îro [doh] danê sibehê birayê min ji aliyê asayîşê ve hate girtin. Sedema girtina wî negotin. Lê, tişta em dizanîn, ji ber ku Serokwezîr rexne kir, hatiye girtin.”

Karwan Ebdulwahîd pêşmergeyê Polîtburoya YNK´ê ya Hewlêrê ye. Ji berî çend rojan, di dema xwepêşandana wesayîtfiroşan a li dijî elektronîkkirina peymana kirîn û firotina wesayîtan de rexne li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girtibûn, malbata wî vê yekê weke sedema binçavkirina wî dibîne.

Herwiha Parlamenterê Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku li Hewlêrê binçavkirina welatiyekî li ser rexnekirina serokwezîr û hikûmetê binpêkirineke metirsîdar e. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.