• Serokomarê Çadê doh li eniya şer hate kuştin.

Serokomarê Çadê, Idrîs Deby doh li eniya şer di 68 saliya xwe de hate kuştin.

Artêşa Çadê ragihand ku Serokomar Idrîs Deby li eniya şer birîndar bû û piştre jî mir. Berdevkê Artêşa Çadê, General Azem Bermandoa di daxuyaniya xwe ya li ser telezîvyona fermî got, “Deby nefesa xwe ya dawî li eniya şer ji bo parastina serweriya dewletê da.”

Kurê Idris Deby, General Mihemed Kaka li şûna bavê xwe hate erkdarkirin. Ji ber bûyerê, şîna neteweyî hate îlankirin.

Îdrîs Daby ji sala 1990’an ve li ser desthilatê bû û bi derbayê bûbû desthilatdar.

NAVENDA NÛÇEYAN