7 sivîl birîndar bûn

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:13

19’ê Îlonê li xaçerêya asayîşê ya Hesekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê yên bi navê Dîfa El Wetenî û çeteyan şer derket. Di nava wan de yek jê zarok 7 sivîl birîndar bûn.

Ji birîndaran Nûr Xelef Yûnis (25) û keça wê ya 5 salî Henîn Samî Yûnis, Osman Temê El Ewde (50) û Ebdullah El Mendî (31) rakirin nexweşxaneya Recayê û 3 kesên ku nasnameya wan nehat zanîn, rakirin nexweşxaneya Hîkmê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.