Di navbera hêzên hikumeta Şamê û endamên Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê de pevçûn dewam dikin, li kêleka wê jî dan û standinên her du aliyan hene.
Li gorî agahiyên çavkaniyekî, hêzên hikumeta Şamê ji ber di mala wî de teqemenî hatine bicîh kirin nikarin bikevin mala Ebdulqadir Hemo yê serçeteyê Dîfa El Wetenî. Hêzên hikumeta Şamê jî hewl didin wî bigirin, da ku dosyayên di destê wî de yên girêdayî bazirganiya hişbirê û gendeliyê bi dest bixin.
Heman çavkanî diyar kir ku îhtîmal e rewşa li Hesekê bi rojan dewam bike û armanca gulereşandina bê serûber a li avahiyên derdora çargoşeya ewlehiyê, ji bo çêkirina aloziyê û tirsandina şêniyên bajêr e. Ji ber guleyeke ji çargoşeya ewlehiyê hatiye avêtin, zarokek 9 salî birîndar bû û pêr jî zarokek 2 salî hatibû qetilkirin.
ANHA/HESEKÊ