Artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev saet derdora 23.00’an li bejahiya gundên Tiloran, Memkava, Mûşan û Yêkmalê yên navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna hezaran leşkeran tevgera dagirkeriyê da destpêkirin. Hat zanîn ku li van herêman şerekî dijwar dest pê kiriye. Li gorî agahiyan, şer hê jî dewam dike û bi sedan leşkerên din bi helîkopter û wesayîtên zirxî ber bi herêmê ve hatine veguhestin.  

Hem li van herêman û hem jî li navenda Colemêrgê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye.  

Çavkaniyan da zanîn ku tevgera dagirkeriyê, li çiyayên Sipêrêz û Omerê jî belav bûye. 

MA/COLEMÊRG