Hejmara 9’an a kovara Şermolayê ya wêje û çandê ya bi zimanê Kurdî û Erebî, derket. Kovara wêje û çandê Şermola ya li rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî-Erebî tê weşandin. Hejmara wê ya 9’an derket. Di vê hejmara Şermolayê de, dosyaya bi navê ‘Salonên Wêjeyî’ û gelek mijarên din hene.
Di vê hejmarê de, berhemên gelek nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê hene. Di beşên kovarê de ji analîzên hizrî, dosya, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan heta werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî jî hene.
Mişt e
Desteya sernivîskariyê bi Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî daketiye. Biradostê Mîtanî li ser “Salonên Wêjeyî û Rola Wan Di Civakê De” nivîsiye. Ahmed Kanî bi “Salonên Wêjeyî Li Bakurê Welêt” daketiye. Nêrgiz Ismayîl li ser “Ji Civat, Komcivîn û Şevbuhêrkan Hetanî Salonên Wêjeyê” nivîsandiye.
Darwîn Darî li ser “Qelen û Baviksalarî”, Elîf gunê li ser “Di Dengbêjiyê De Naverok” nivîsandiye. Hevpeyvîna hejmarê bi nivîskar Kamran Simo Hedilî re hatiye kirin. Ji bilî danasîna kitêb, pêşniyaz û wergerên ji Erebî û Farisî, çîrokên Evîn Teyfûr, Pêşeroj Cewherî, helbestên Îsmet Hesen, Ciwan Qado, Xemgîn Remo, Şivîn Hecî cihê xwe di vê hejmarê de digirin.
QAMIŞLO