Şerm e ji bo Elmanyayê

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Kurdên li Ewrûpayê, ji bo şermezarkirina sala 99’emîn a Peymana Lozanê li qadan in. 

Kurdên li Ewrûpayê, ji bo şermezarkirina sala 99’emîn a Peymana Lozanê li qadan in. Kurdan xwest ku Elmanya hew piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bike û çekan nefiroşe Tirkiyeyê. 

Çalakiyên KON-MED’ê yên bi dirûşma, "Werin em bi ruhê Şoreşa Rojava ya bi fedaîtî, Kurdistanê biparêzin" li bajarên Elmanyayê û gelek bajarên din jî dewam kirin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, dewleta Elman jî hat rûreşkirin ji ber ku destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk û bang lê hat kirin da ku "Nebe hevkar"a dewleta Tirk.

BERLÎN: Kurd û dostên wan li Gesunbrunnena Berlînê hatin ba hev, heta bi Bernasuerstrasseyê meşiyan. Di meşê de pankartên li ser wan "Kurdistanê biparêze", "Zarokên Kurd, bi çekên kîmyewî tên kuştin" nivîsandî, hatin hilgirtin. Di daxuyaniya KON-MED’ê de jî hat gotin, "Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ´ê perwerde kirin, çek dan wan û piştgiriya lojîstîk da wan. Çeteyên DAIŞ’ê yên hov, di serî de Elmanya, li gelek welatên Ewrûpayê êrişên terorîst kirin. Dewleta Tirk a faşîst a endama NATO’yê, hem berpirsê êrişên li Ewrûpayê ye hem jî ji kuştina bi hezaran sivîlên li Bakurê Sûriyeyê û Iraqê berpirs e." Hevserokê Nav-Berlîn’ê jî bal bire ser gefên dewleta Tirk a dagirker û got, "Hikûmeta Elman divê xwe li ber qetilamên dewleta Tirk kerr neke, nebe hevkar."

DUSSELDORF: Li paytexta NRW´ê jî bi pêşengiya FED-MED Û Ji Bo Yekîtiya Netewiya Kurdistan Ewrûpayê  çalakî hat organîzekirin. Çalakiyê li ber DGB Hausê dest pê kir. Li wir hevserokê FED-MED´ê Ehmed Kobanê got, “Erdogan sivîlan bombe dike. Lê hêzên navneteweyî weke caran, kerr, kor û lal in. Hêzên navneteweyî divê meydana hewayî ya Rojava tavilê li dewleta Tirk bigirin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin." Piştî meşê jî li Konigsalle mîtîng hat li dar xistin. Nûnerê Die Linke ya Krefeldê, Stefan Hagemes got, Erdogan ev 10 sal in destekê dide DAIŞ´ê û wiha peyivî: “Erdogan terorîst e. Dostê rêxistinên terorîst e. Êrişî Şoreşa Rojava dike. Dewamkirina têkiliyan bi Erdogan re şerma dewleta Elman e.”

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ji ber heman sedemê û her wiha bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa Rojava mîtîng û meş hate lidarxistin. Di di mîtîngê de hate xwestin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk a dagirker were girtin. Nûnêrê Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewrûpayê yê Hannoverê got, “Rojava rûmeta me ye. Îro ew roj e, divê em xwedî li rûmeta xwe derkevin."

KIEL: Li Stasyona Trênan a Navendî (HBF) ya Kîelê bi meşeke protestoyî dewleta Tirk hat rûreşkirin. Di meşê de dirûşmên ‘’Bijî berxwedana gerîla’’ û ‘’Bijî Rojava’’ hatin gotin. Kurdan got, ew ê rê nedin Lozaneke din û nehêlin gelê Kurd qirr bibe.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêdê bi pêşengiya NCDK-S’yê êrişên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bimeşekê hatin şermezarkirin. Xelk li Meydana Norra Bangorget civiya û dest bi meşê kir. Piştî meşê berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Skandinavyayê (YJK-Swêd) Ayşe Dîdar daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk a dagirker bê navber mirovên sivîl qetil dike û li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Raya giştî ya nevneteweyî li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bêdeng e. Em vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin." Endamê Komîteya Dîplomasî ya NCDK-Îskandinavya Ridvan Altûn jî got, “Divê êdî raya giştî li hemberî sûcên şer yên dewleta Tirk rabe. Bi taybet divê Swêd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bêdeng nemîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.