- Hunermenda Efrîkî Jade Yasmeen, tabloyeke Harriet Tubman hîperrealîst çêkiriye.
Hunermenda Efrîkî Jade Yasmeen, tabloyeke Harriet Tubman hîperrealîst çêkiriye. Tubman yek ji wan jinên serhildêr bû ku di sala 1849’an de li hember koletiya Emerîka rabûbû. Ew hemşîre bû. Jade Yasmeen xwestiye bi vê tabloyê dîroka jinên Efrîkî yên serhildêr bi bîr bîne û dibêje, “Ji bo em ji rabuhiriyê fêhm bikin, min tabloya Harriet Tubman çêkir. Pêşiyên me vê yekê heq dikin û divê em çand û berxwedana wan bi bîr bînin.
Weke hunermend, ez vê yekê dikim armanc.” Ev tablo yekem wêneyê Harriet Tubman e ku bi reng hatiye çêkirin.
Jade Yasmeen tabloyeke jina Efrîkî Mae Jemison jî çêkiriye. Mae Jemison jî yekem jina Efrîkî bû ku çûbû fezayê. Yasmeen ji bo wêrekiya wê jî dibêje, “Min ew her tim weke keçeke piçûk a ku zorê dide statukoyê didît. Heger em van kesayetan nebînin û nizanibin em ê ti carî fêhm nekin ka asoyên me çiqasî fireh in û em bê sînor difikirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN