Serhildana 'Jin jiyan azadî'
Duşem 9 Çile 2023 - 01:29
Rejîma Îranê du xwepêşanderên bi navê Mehdî Keremî û Seyîd Huseynî bi dar vekirin.
Li hemberî darvekirina van ciwanan nerazîbûneke tund hate nîşandan.
Bi dehan hunermend, çalakvan, kesayetên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rêya medya dijîtal darvekirina ciwanan şermezar kirin.
Rejîma Îranê ji serhildana gel ditirse
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî got; “Bidarvekirina tekoşerên li meydanan a bi sûcdariyên nerast, piştrast dike ku rejîma Îranê di dawiya temenê xwe de ye. Li hemberî serhildana xelkê tirsiyaye.”
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê goristanên kesên ku di serdema rejîma Îranê de hatine qetlkirin, hatin gullebarankirin.
Farûq Cemalpûr ê xelkê Karajê mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
Mamoste Aatke Recebî der barê rewşa xwe ya tenduristiyê de vîdyoyek parve kir û her wiha Mojgan Îlanlo piştî şikestina lingê xwe sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Tiştekî ji dayîka min re nebêjin
Sahar Dolatşahî û derhênara wêneyan a navdar a Îranê Hanieh Tavassolî wêneyekî hevoka Mihemed Mehdî Keremî belav kir ku tê de dibêje, “Tiştekî ji dayika min re nebêjin.”
Nivîskar Parastû Sarmedî jî di parvekirina xwe ya li ser rûpela xwe ya înstgramê dibêje; “Piştî bihîstina darvekirina van her du xortan, organên min hê jî dixebitin, ne ewqas jî xirab im. Rojekê piştî bihîstina darvekirin û mirina mirovan, ez ê çaya xwe vexwim, lê wê çay di bedena min de derfeta gerê nebîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN