Serhildana 'Jin jiyan azadî' 

Çarşem 4 Çile 2023 - 00:29

Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ya piştî şehîdkirina Jîna Amînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 110’an de ji 16´ê Îlonê ve didome.

Li bajarê Mehabadê merasîma çilê şehîd Şemal Xedîrpûr bi tevlîbûna bi dehan kesan hate lidarxistin. Di heman merasîmê de xwepêşanderan piştgirî da xelkê Ciwanroyê jî.  

Li bajarê Miyandwa jî Mêhran Şikarî li ser gora xwe hate bibîranîn. Mêhran di Mijdara 2022’yan de li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû şehîdkirin.

 

Mehdî Zara bi êşkencê hate qetlkirin

Li aliyekî din pêr nûçeya kuştina xwepêşanderekî bi navê Mehdî Zara Eşkzere belav bû. Tê gotin Mehdî Zara beriya niha li Tehranê tevlî xwepêşandanan bûbû, hatibû binçavkirin û bi êşkenceyê hatiye şehîdkirin.

Hunermend Ehlam Modarresî û jina ciwan Armita Abbasî li dijî zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Fatemeh Mehrî cezayê hepsê û qamçiyê hat birrîn û li Samaneh Asgharî jî doz hat vekirin.

600 hunermendên ji çar aliyên cîhanê jî ji bo berdana hunermend Taraneh Alidoostî bang kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.