Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû astengî û êrişên rejima Îranê, bi şêwazên cûda berdewam dike.
Divê çarçoveyê li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê malbata Şehriyar Mihemedî ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bîranîn.
Ji destpêka xwepêşandanan ve li bajarê Bokanê herî kêm 17 kes hatine qetilkirin.
Rejîmê xwest bibin ‘şehîdên rejîmê’
Li gor nûçeya Kolbernews, hêzên Îtlaetê û Îtaleta Supayê Pasdaran serdana malbatên ku zarokên wan di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejimê ve hatine qetilkirin, kirine. Hêzên rejimê ji malbatan xwestine ku ew zarokên xwe wek ‘Şehîdên girêdayî desthilatê’ tomar bikin da ku mûçeyê wan wergirin. Lê malbatan vê daxwaza desthilatê red kirine.
Metirsiya darvekirinê li ser du birayan
Derbarê çarenûsa kesên di xwepêşandana li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê de hatin binçavkirin jî de hat gotin, du birayên bi navên Ferhad û Ferzad Tehazade bi fermî ji aliyê dozgeriya giştî ya Urmiyê ve bi “şerê li dijî Xwedê û xerabiya li ser rûyê erdê” hatine tawanbar kirin. Tê gotin ev îdia jî metirsiya ku dadgeh cezayê bidarvekirinê li her du birayan bibire heye.
Bi êşkenceyê Nîka qetlkirin
Li ser asta Îranê jî tevî astenî û zextên li ser çalakvanan nerazîbûn berdewamin. Ateş Şakeremî meta Nîka Şakeremî (yek ji xwepêşandanên hatiye qetilkirin) eşkere kir dema wan cenazeyê Nîka wergirtine, dîtine ku didanên wê hatine şikandin.
Li aliyê din ji bo piştgiriya pêşniyara berpirsê Tevgera Kesk Mîr Hisên Musewî ku gotibû divê bi rêya referandûmê destûrek nû ji bo Îranê were nivîsandin, nêzî 300 çalakvanên siyasî, sivîl û akademîsyen piştgiriya xwe ji projeyê re nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN