Serhed bi agirê Newrozê germ bû

Sêşem 21 Adar 2023 - 00:10

  • Li Serhedê li gelek navendan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li Qereyaziyê agirê Newrozê ji hêla bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan hat vêxistin ku di salên 2015-2016’an de li Sûr a Amedê şehîd bû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatibû radestkirin. 

Li herêma Serhedê bi hezaran kesî Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin;’’Navnîşana çareseriyê Ocalan e.’’

 

COLEMÊRG 

Newroza Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Newroz, li quntarê Çiyayê Simbî li Otogara bajar hate pîrozkirin. Gelemperiya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Hinek esnafan jî ji bo pîrozbahiyê derabeyên dikanên xwe venekirin. 

Piştî rêzgirtinê girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” got. 

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Heke li cihekî faşîzm hebe, kesên li dijî wê li ber xwe didin jî hene. Gelê Colemêrgê li ber xwe dide. Ev 24 sal in li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd, di esasê xwe de li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Divê birêz Ocalan tavilê bikare dengê xwe bide bihîstin.” 

Piştre jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Îro ew roj e ku em li van qadan bibêjin ‘tecrîdê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.’ Em ê hesabê ji wan bipirsin û wan têk bibin.” Axaftina Beştaş gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birîn. 

Piştî axaftina Beştaş, nameya Hevşaredara Colemêrgê ya berê Dîlek Hatîpoglû ku niha girtî ye hate xwendin. Piştî nameyê jî xelkê agirê Newrozê vêxistin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bernameya pîrozbahiyê bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû. 

 

QEREYAZÎ

Agirê Newrozê yê navçeya Qereyazi ya Erziromê li qada vala ya li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê hat vêxistin. Qada pîrozbahiyê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatiye xemilandin. Tevî barîna berfê û hewayê sar jî bi sedan kes diherikin qada Newrozê.Eleqeyeke mezin a jin û ciwanan bo pîrozbahiyê heye.  

Bernameya pîrozbahiyê bi axaftinên hevserokên rêxistinêna HDP’ê ya bajar û navçeyan dest kir. Piştre jî Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Hunermend Kadîr Çat û dengbêjên herêmê derketin ser dikê. Agirê Newrozê ji hêla bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan hat vêxistin ku di salên 2015-2016’an de li Sûr a Amedê şehîd bû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatibû radestkirin. 

Agirî

AGIRÎ

Bi hezaran şêniyên Agiriyê ji bo vêxistina agirê Newrozê herikîn Parka Newrozê. Ji saetên serê sibehê ve ji navend, gund û navçeyan bi hezaran kesî berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Gelemperiya girseyê ji ciwan û jinên cil û bergên kurdî li xwe kirin pêk dihatin. Ciwanan dirûşmeyên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan berzkirin.  

Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di bernameyê de biaxivin. Piştre jî dê Dengê Meyman derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kirin. 

 

 

QERS

Yek ji navendên Newrozê jî Qers e. Tevî hewayê sar jî bi sedan welatiyên bajar ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan Gara Qersê. Ji ber barîna berfa zêde, welatiyên li gundan bi zor û zehmet xwe gihandin navendê. Gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 

Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli ji ewil axivî û got;“Xelkê Qersê her tim xwedî li vîna xwe derket û wê derkeve jî. Em Newroza xwe diyarî berxwedêrên zindanan û qurbaniyên erdhejê dikin.”  

Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî diyar kir ku rojên zehmet derbas dikin û got;“Em têkoşîna rûmetê didin. Em ê li Tirkiyeyê wekheviyê pêk bînin. Em ê bi hev re serkevin.” 

Piştre jî Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” derket ser dikê û got;“Vê îktîdara ku rantxwir, vê îktîdara mirov û xwezayê tune dihesibîne em kuştin. Em heqê xwe li we helal nakin û hûn ê hesabê bidin. Em vê Newrozê weke Newroza hesabpirsînê pîroz dikin. Ev bû 23 meh em tu agahiyan ji birêz Abdullah Ocalan nagirin. Deriyên Îmraliyê hatine girtin. Êdî tehemûla gelê Kurd ji tecrîdê re nema ye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan em ê di 14’ê gulanê de bi ser kevin.”  

Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 

 

MILAZGIR

Xelkê Milazgir a Mûşê Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Xelkê li qada pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” berz kirin. Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir. 

 Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier di pîrozbahiyê de axivî û got ku ji ber erdhejê di şînê de ne. Taşçier, bi domdarî wiha got: “Em vê Newrozê weke nerazîbûna li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ji bo me tişta herî girîng, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e. Sed salê berê li Lozanê welatê me Kurdistan kirin çar parçe û werin em bi Newrozê dîsa bikin yek.” 

Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun axivî û diyar kir ku Newroz sembola berxwedana li dijî zilmê ye û got;“Em ê di 14’ê gulanê de vê îktîdara zordest biavêjin sergoya dîrokê. Heta ku em azad dibin û wekhev dibin em ê têkoşîna xwe bi ruhê Newrozê bidomînin. Rêya çareserî birêz Abdullah Ocalan e ku dibêje ‘ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Li dijî vê tecrîda girankirî û polîtîkayên şer, em ê jiyana demokratîk û azad ava bikin.”

Piştî axaftinan, rêveberên HDP û Partiya Çep a Kesk agirê Newrozê hil kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan bi dawî bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.