Îro dewleteke çete û mafya li Tirkiyê heye. Berê jî hebû, lê veşartî bû. Lê niha ne bi vî rengî ye. Dewlet eşkere bûye mafya û çete, karên qirêj dike. Ji karên qaçax heta eroînê, çi karekî xerab hebe di bin kontrola dewletê de ye. Çete û mafya li qesra Erdogan kom dibin û polîtîkayên xwe diyar dikin. Polîtîkaya wan a esasî jî şerê li dijî Kurdan e. Vî şerî ew anîn cem hev du û niha çi karekî qirêj hebe, dimeşînin. Her kesê karên qirêj dike, bi dijminatiya Kurdan û demokrasiyê radibe, şirîkê vî şerê qirêj e. Mehmet Agar, Korkût Eken, Alattîn Çakici û Engîn Alan şirîkên vê desthilatdariyê ne.
Ev desthilatdariyeke şerê taybet e. Ji Suleyman Soylû heta Dewlet Bahçelî û peyayên Ergenekonê di vê çerxa qirêj de cihê xwe digirin. Heta ku ev desthilatdarî hebe, aramî wê neyê Tirkiyê. Armanca vê desthilatdariyê pûçkirina civakê û bêîradehiştina wê ye. Ji serî heta dawiyê, şerekî taybet dimeşînin û bi vî rengî her der dagir kirine.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo birêveberina şerê taybet, bi sedan kanalên televizyonan, radyo, rojname, ajans û malper ava kirine. Ev yek têra wan nake, vê carê jî weşanên qaçax jî xistine meriyetê. Mesela, bi taybetî li bajarên Kurdistanê radyoyên wan ên qaçax hene. Ev radyo ne fermî ne û li ser van radyoyan karê xwe yê qirêj dikin. Li ser van radyoyan, sîxurtiyê dikin. Li ser van weşanan îxbara xelkê dikin û mirovan teşhîr dikin. Rêveberiya wan weşanan di destê Suleyman Soylû de ye.
Çawa ku di salên 1990'î de Mehmet Agar wezîrê karê hundir bû û di dema wî de gelek karên qirêj hatin meşandin, îro jî vî karî Suleyman Soylû dike. Suleyman Soylû mînyatureke Mehmet Agar e. Karê Suleyman Soylû birêveberina qeyûmên dagirker e. Ew qeymeqam û waliyên dest danîne ser şaredariyan, di bin kontrola Suleyman Soylû de ne. Li gorî dilê xwe hespê xwe dibezînin. Ji wan re qanûn û hiqûq tineye. Weşanên ku qaçax dikin, tenê ji bo îstîxbaratê ye. Ji ber vê yekê ye, piştî rewşa awarte bi sedan saziyên çapemeniyê hatin girtin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê şerekî berfireh û taybet dimeşîne. Ji bo birêveberina vî şerî, bi sedan komele û sazî jî çêkirine. Pirraniya van komeleyan piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hatin avakirin. Ev komele xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê re dikin. Hin komeleyên bi navê 'ocak' beriya darbeyê, pirraniya wan jî piştî darbeyê ava bûn. Bi riya van komeleyan, pereyên reş spî dikin, karê narkotîkê û qaçaxê dikin. Dîsa yê ku vê tevna qirêj bi rê ve dibe Suleyman Soylû ye. Me ev yek di mikurhatinên Sedat Peker de jî dîtin. Suleyman Soylû çeteyên xwe li van sazî û komeleyan bi cih kirine.
Li Kurdistanê tevneke tirsê ava kirine û kes ji wan jî hesab napirse. Ew komeleyên qirêj ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ne. Tişta ku em jê re dewleta kûr dibêjin, ev yek e. Dewleteke çete, mafya, reş û tarî ye. Ji aliyê çandî, hunerî û sporê ve her der dagir kirine. Armanca van sazî û komeleyan birêveberina şerê taybet ê dewletê ye. Tacîz, tecawuz, fihûş û karê eroînê di kontrola vê desthilatdariya faşîst de ye. Lewma jî ev yek polîtîkayeke dewletê ye û dewlet rê li ber van polîtîkayên qirêj vedike.
Tenê deverek mabû ku nikarîbûn têkevinê, ew jî şaredariyên Kurdan bûn. Piştî sala 2016'an, dest bi dagirkirina şaredariyên Kurdan kirin. Bi vî rengî xwestin karê xwe yê qirêj bigihînin wan deran. Li şaredariyên dagirkirî dest bi pêkanînên xerab kirin. Şaredarî di bin deynan de hiştin û çi mal û milkê şaredariyan hebe, firotin. Yên li van şaredariyan hatine bicihkirin, di bin kontrola Suleyman Soylû de ne. Ew çete û peyayên Soylû ne. Li gorî dilê xwe didizin û talan dikin. Wezareta naxweyî ya dewleta Tirk jî destûra vê talanê dide.
Ji şaredariyên bajarên mezin heta navçe û bajarokan, hemû ketine bin dagirkeriya çeteyên Suleyman Soylû. Car caran ew çete pev dikevin û bi vî rengî em pê dihesin ka dizî û talaneke çawa dikin. Perê gel didizin û xizmetê jî nakin. Xizmeta wan dagirkerî, talan û dizî ye. Ji her derê didizin û direvînin.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh