• KJK: Derfetên me hene ku em sedsala 21’ê bikin sedsala azadiyê û bidestxistina statuyê ya li hemû parçeyan. Di demeke wiha de amadekariya PDK’ê ya ji bo operasyonek li dijî qadên me yên gerîla, ji bo gelê Kurd gaveke bê şens e.

Koordînasyona KJK’ê der barê ihtimala şerekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û rewşa dawî de daxuyaniyek belav kir. KJK’ê bang li partiyên Kurd kir û got; “Divê hewl bidin bi diyalog, hevdîtin, sebir û rêyên medenî, pirsgirêkan çareser bikin.”
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Şerekî bi vî rengî wê herî zêde zerarê bide hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê. Ji ber vê yekê divê dawî li amadekariya vî şerî bînin. Bi ber bayê dewleta Tirk nekevin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerekî gengaz ê birakujiyê dikare Kurdistanê li rewşa sed sal beriya niha vegerîne û hate gotin; “Gelê me di demeke gelekî girîng a dîrokî de ye. Di dîroka xwe de yekemcar bi navê gel em di demeke xurt a jinûve vejînê de ne. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat gelê me di encama berxwedanên mezin de destketiyên girîng bi dest xistine.

Herî zêde zirarê wê bide PDKʼê

Derfetên me hene ku em sedsala 21’ê bikin sedsala azadiyê û bidestxistina statuyê ya li hemû parçeyan. Di demeke wiha de amadekariya PDK’ê ya ji bo operasyonek li dijî qadên me yên gerîla, hewldaneke gelekî metirsîdar e û ji bo gelê Kurd jî gaveke bê şens e. Ji bo gelê me ku di nava zext û zordariya rejîmên serdest û dewletên mêtinger de ye, wê bibe sedem ku ji aliyê madî û manewî ve pirr bixisire. Destpêkirina şerekî bi vî rengî ji aliyê PDK’ê ve herî zêde wê zerarê bide PDK’ê bi xwe.
Partiyên Kurd dikarin xwedî îdeolojî, nêrînên cuda bin, dikarin bi tundî jî hevdu rexne bikin. Lê belê eger ev yek veguhere şerekî fîzîkî yê li dijî hev, hingî rewş cuda dibe. Kurdan li Başûr û li Rojava li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin meşandin, bi hezaran şehîd dan. Li nava tevahiya raya giştî ya cîhanê, bûn xwedî cihekî rêzdar.

Divê PDK bi vê lîstikê nexape

Eger hêzên Kurd li dijî hev şer bikin, bi taybetî jî eger PDK bi dewleta Tirk re bibe yek û êrişî herêmên gerîla bike, ev yek wê bibe sedema êşên giran, barîna rondikên çavan û windakirinê ji bo gelê me û partiyan hemûyan. Şerê birakujî di dîroka Kurdan de rûpelên herî qirêj û gemarî ne. Bi vî şerê birakujî re Tirkiye dixwaze beriya hilbijartinên DYE’yê derbeke din li gelê Kurd bixe. Ji bo vê jî PDK’ê sor dike, sozê dide PDK’ê û PDK’ê bi ser qadên gerîla, bi ser şervanên azadiyê ve dehf dide.
Divê PDK vê yekê fêhm bike, ji vê şaştiya dîrokî yekser vegere û li ber sorkirinên Tirkiyeyê û daxwazên DYE’yê rabe.

ANF/BEHDÎNAN