QSD’ê ragihand ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê, serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Xelîl El-Fedanî radestî hêzên wan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê da zanîn ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Xelîl El-Fedanî hatiye girtin: “Di encama hevkariya xurt, pevguhertina agahiyan a di navbera QSD′ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hêzên Koalîsyona Navneteweyî şemiya bihurî êvarê serçeteyê rêxistina DAIŞ′ê ya terorî bi navê Ebû Xelîl El-Fedanî li bakurê Sûriyeyê girt.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî terorîst El-Fedanî radestî hêzên me QSD′ê kir. Bi terorîst re lêpirsînên têkildarî sûcên li dijî gelê me, hatine kirin û pîlanên êrişên terorê li gelek dewletan hatine kirin.

Der barê operasyonê û bidawîkirina şaneyên rêxistina terorîst de hevkariya hêzên me bi Koalîsyona Navneteweyî re xurt e.”

Çavkaniyên li Serêkaniyê ya dagirkirî, da bûn zanîn ku ev serçeteyê çeteya DAIŞ´ê li Serêkaniyê hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN