• Hêzên rejîma Îranê ji bo ku raperîna gel a heq bitepisîne, êdî aktîvîstan direvîne û winda dike. Li Sine jî xwepêşandereke birîndar hat revandin û ji hefteyekê ve aqûbeta wê nediyar e. Tevî van zextan jî raperîna li Rojhilat dewam dike.

Ji bo tepisandina serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê milîsên Besîc ên paramîlîter ketin dewrê. Hêzên paramîlter guleyan li gel direşînin. Wekî din hêzên rejîmê girtin û wendakirina aktîvîst û hunermendên muxalif dewam dikin. Li gorî rêxistinên mafê mirovan, li seranserê Îranê di êrişên hêzên rejîmê li dijî gel de herî kêm 23 zarok hatine kuştin. 

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, şeva pençşem biqulibe înê, li bajarên Sine, Kirmaşan û Mehabadê yên li Rojhilata Kurdistanê, di êrişên hêzên rejîma Îranê de herî kem 7 kes şehîd bûne. 

Çalakiyên protestoyî bi qetilkirina Jîna Amînî dest pê kiribûn û ji 16’ê Îlonê ve dewam dikin. 13´ê Îlona bihurî polêsên hîcabê yên rejîmê li Tehranê Jîna Amînî kirinbûn nezaretê û ew paşê bi êşkenceyê qetil kiribûn. 

Gelek çavkanî diyar dikin ku heta niha li bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê zêdeyî 200 kesan hatine qetilkirin. Li gorî hin texmînan, bîlançoya bi rastî girantir e. Li dîmenên ku li ser medya dijîtal hatine parvekirin, xuya dike ku milîsên Besîc li bajarên Kurdan li dijî xwepêşanderan şidetê dike.

Milîsên Besîc weke hêzeke paramîlîter a girêdayî Pasvanên Şoreşger ên Îranê hatine avakirin. Ev hêzên paramîlîter, ji bo tepisandina nerazîbûna civakî tên bikaranîn û rêbazên hovane bi kar tînin.

Du çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Reuterê re axivîn, diyar kirin ku milîsên Besîc bi hêzên dewletê re êrişî xelkê li Sîneyê dikin.

Yekî ji şahidan ragihand ku bi sedan polês û milîsên li bajarên Îranê çûne Rojhilatê Kurdistanê.

Heman şahidî got, “Beriya çend rojan milîsên Besîc li bajarên Sîne û Banê gule li gel reşandin.”

Şahîdê din got, “Rewşa li Seqizê xirabtir e. Milîsên Besîc guleyan li gel, malan û kesên ku ne di xwepêşandaran de ne, direşînin.”

Çavkaniyekî ji bajarê Sine ji Reutersê re ragihand, di nava 24 saetên dawî bi sedan polêsên Îranî li ser malan de girtine û diyar kir ku bi dehan ciwan kirine nezaretê.

Çalakiyên li dijî rejîmê li bajarên başûrrojhilatê Îranê, li Beluçistanê û li Tehranê jî dewam dikin.

 

Direvînin û wenda dikin

Li gorî agahiyên rêxistina mafê mirovan a ji Rojhilatê Kurdistanê, Hengawê, hêzên rejîmê gelek kesên ku dikin nezaretê wenda dikin. 

Rêxistinê da zanîn ku du xwişkên ji Baneyê Roya û Rojin Dewletî, di dema protestoyan de ji aliyê hêzên rejîmê ve 11´ê Cotmehê hatine girtin. Tevî ku îro çar roj di ser girtina wan re bihurine, aqûbeta wan nediyar e.

Jina ciwan a bi navê Waran Mihemednecad jî xwendekareke ji Sine ye. Waran a 31 salî aktîvîsteke medenî ya li bajêr tê nasîn e. Ew ji endamên komeleya Civakî Çandî Nûjîn e. Piştî ku hêzên rejîma Îranê ew kirin nezaretê, bi aqûbeta wê jî nayê zanîn. Li gorî agahiyan, gava ku Waran Mihemednecad ji termînala Sine dixwest biçe bajarê Yezdê cihê ku lê zanîngehê dixwîne, pêncşemê êvarê ew bi zext û lêdanê hatiye girtin.

Waran Mihemednecad û hevjînê wê Peyam Mîrî 21´ê Sibata bihurî ji ber ku li Sine posterên Komeleya Nûjîn ên ji bo roja zimanê dayikê ya navneteweyî belav dikirin. 

Li aliyê din hat zanîn ku hêzên rejîmê hunermendê navdar û aktîvîstê medenî yê Kirmaşanî Cefer Amîrî jî girtiye. Tevî ku beriya bi hefteyekê Cefer Amîrî hatiye girtin, aqûbeta wî nediyar e. Hengaw dide zanîn ku çavkaniyeke agahdar daye zanîn ku hunermen Cefer Amîrî elaqedarî raperîna li Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin. 

 

Xwendekara birîndar revandin

Xwendekar Kurd Perdîs Cawîd li bajarê Sine, di xwepêşandanan de birîndar bûbû. Hêzên rejîmê Pardîs a 20 salî revand û ji hingê ve aqûbeta wê jî ne diyar e.  

Li gorî Hengawê bi gulebarana hêzên rejîmê Pardîs 8´ê Cotmehê birîndar bûbû li Bulvara Pasdaran a Sinê. Piştre hêzên Îranê ew revandin. 

Li gorî çavkaniyeke agahdar, beriya bi hefteyekê hêzên Îranê gule li mala ku Pardîs lê bû reşandine û bi zor û zextê ew revandine. Lê ji hingê ve ti agahiyên li ser aqûbeta wê bi dest neketine.

Herî kêm  23 zarok  qetil kirine 

Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî herî kêm 23 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di dema serhildanên nêzî mehekê de bi dehan zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi sedan jî hatin girtin. Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî herî kêm 23 zarok “Ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi rengekî îllegal hatine kuştin.” Rêxistina Efûyê da zanîn ku qurbanî di navbera 11 û 17 salî de bûne.

Rêxistinê civakî yên sivîl dibêjin ku bîlanço girantir e.

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê ragihand ku pirraniya wan li eyaleta Sîstan Belûcistanê, herî kêm 28 zarok hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN