Şerê me hemûyan e

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:33

  • Hevseroka PJAK´ê Zîlan Vejîn: Kurd hemû divê hêza xwe bikin yek, bi aqil, helwêst û têkoşîneke hevbeş, bi berxwedaneke hevbeş em pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Pêşî li vê destdirêjiya li ser axa me, li ser nirxên me, em bigirin. Em xeta PDK'ê li Kurdistanê tine bikin. 

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, şerê li Zê (Zap) û Avaşînê li dijî dagirkeriyê tê meşandin, şerê Kurdan hemûyan e, lewma divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zê û Avaşînê, hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re, sedsaliya Peymana Lozanê û têkoşîna gerîla ya li dijî van pîlanan ji ANF'ê re axivî. Zîlan Vejîn got, “Şerê ku bi berxwedaneke ezîm di pêvajoya dem dema azadiyê de bi pêş ve diçe, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi coş, kelecan û bi ruhekî pirr mezin vî şerî bi pêş ve dibin û derbên pirr giran li dijminê dagirker, faşîst ê dewleta Tirk didin. Em wan silav dikin. Em şehîdan bi bîr tînin, bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Em êrişên dewleta dagirker a Tirk a faşîst ên ku bi hevkariya xiyaneta PDK'ê ve bi pêş ve diçin, şermezar dikin.

Konsepteke li dijî tevahiya civaka Kurd bi pêşengtiya xiyaneta PDK’ê dimeşe. Li dijî destketî û nirxên gelê Kurd hemûyan e. Esas êrişên 17'ê Nîsanê, ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Hemwext li dijî her çar beşên Kurdistanê ev konsept û êriş hatin destpêkirin. Di heman demê de êrişî Kobanê hate kirin, êrişî gerîlayên me yên YRK'ê yên li Asosê hate kirin. Bi vê şêwazê dixwazin dorpêçekê siyasî, leşkerî li ser civaka Kurdistanê û li ser Kurdan bi pêş ve bibin.”

Rola hevkariya bi dijmin re

Zîlan Vejîn li ser rola PDK´ê di vê konseptê de got, “Em dikevin sala 2023’yan. Em di demeke dîrokî re derbas dibin. Çawa dijminên gelê Kurd ev sal weke sala ji bo pîlanên xwe yên qirêj ên li dijî Kurdan, bi hemû hêzan re hevkariyê dikin. Ev êriş ne tenê dewleta Tirk dike, hêzên hegemon ên weke hêzên NATO'yê piştgiriya wê dikin. Di heman demê de li herêmê jî hêzeke weke PDK´ê di nav de cih digire, rê jê re vedike. Ji bo wê jî esas dewleta Tirk bi vê xwînrijandinê, bi şerkirinê dixwaze temenê xwe dirêj bike û bigihîje sala 2023'ê.

PDK jî tenê roleke xwe heye li Kurdistanê: Rola hevkariya bi dijmin re. Ev nokertî û xiyanet e. Di şexsê kesayetên weke Mesrûr Barzanî de, weke Nêçirvan Barzanî de, weke Mesûd Barzanî de ev yek diyar bû. Mesrûr di rewşeke ewqas aloz de, ewqas dagirkerî heye li ser Kurdistanê, çû welatên derve da ku dîplomasiyê bike. Li Londonê ciwanên Kurd bi ruhekî berxwedêr li hember wî helwêsta xwe diyar kirin. Çawa rayedarekî Kurd biçe li Ingilîstanê, polêsên Ingilîz li dijî welatiyan wî biparêzin. Ji bo malbata Barzanî ev rewşeke bi êş e, rewşek e ku ji bo xwe diyar kirine, gav bi gav bi pêş ve diçin nava xiyanetê û tê de difetisin.”

Şerê man û nemanê

Ji bo dewleta Tirk jî Zîlan Vejîn got, “Dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e. Erdogan Kurda/ê azad li ku bibîne, êrişî dike wê/wî. Mexmûr, Şengal, Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr bi vî şêwazî Kurd hemû dane ber xwe û êrişî wan dike. Ji ber vê yekê Kurd hemû divê hêza xwe bikin yek, bi aqil, helwêst û têkoşîneke hevbeş, bi berxwedaneke hevbeş em pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Pêşî li vê destdirêjiya li ser axa me, li ser nirxên me, em bigirin. Em xeta PDK'ê li Kurdistanê tine bikin. Çiqas PDK hebe ewqasî jî dijminê Kurdan wê bixwazin destdirêjiyê li Kurdistanê bikin. Ev şerê man û nemanê ye. Şerê Kurdan hemûyan e, divê civaka Kurd hemû, dostên Kurdan hemû vê yekê bi vî rengî binirxînin. Ciwanên Kurd, jinên Kurd hemû divê li ser vî esasî tevbigerin. Em xwedî wê hêz û derfetê ne ku sala 2022’yan, di sala dem dema azadiya fizîkî ya Rêbertiyê ye de, beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

Êriş ne li dijî PKK´ê ye

Hevserok PJAK´ê Zîlan Vejîn got, “Ev êriş tenê li dijî Başûr nîne, tenê li dijî PKK'ê û HPG'ê jî nîne. Ev êriş wê li her derê were kirin. Li ku derê valahiyekê bibînin, ew ê bixwazin encamê bigirin. Ji bo wê, gelên me yên li beşên Kurdistanê, heger em pêşî li dagirkeriyê negirin, berxwedana ku pêwîst dike raber nekin, weke gerîla, gelê me jî li Kurdistanê bi rola xwe ranebe, li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş wê neyê parastin.

Di heman demê de em Başûrê Kurdistanê dibînin, siyaseta PDK'ê gelê Başûrê Kurdistanê fêrî koçberiyê kir. Fêrî bêkariyê kir, fêrî bêkediyê kir.

Dixwaze fêrî bêberxwedanmanê jî bike. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî vê zanibe û li ser vî esasî helwêsta xwe diyar bike.”

Weke ji bo Kobanê

Zîlan Vejîn xwest ciwanên ji Rojhilatê welêt, weke pêvajoya Berxwedana Kobanê, tevlî vê berxwedanê bibin: “Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî bi rol û mîsyona xwe bila beşdar bibe. Çawa ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di dema Kobanê de bi ruhekî pêşengiyê beşdar bûn, bi rastî Kobanê rizgar kirin û xistin nimûneyeke têkoşîna gelan, çawa ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê tevlî nav şerê li dijî dagirkeriyê bûn, divê tevlî vê cenga man û nemanê jî bibin. Ev ceng cenga me hemûyan e, cenga Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava ye. Cenga Kurdan hemûyan e. Cenga jinan e, ciwanan e, rewşenbîrên Kurd e, hunermendan e, siyasetvanan e. Ji bo wê jî her kes berpirsyar e. Em dikarin pêşiyê li dagirkeriyê bigirin.

Em di serdemeke hesas re derbas dibin. Em dikevin sala 2023'an. Sedsaliya Lozanê, yanî careke din pîlanên nû li ser Kurdan wê pêk werin, parçekirina Kurdistanê ne tenê bi sînoran, dixwazin bi armancên cuda destketiyên Kurdan, nirxên Kurdan bixin bin hegemonya xwe.

Em ê bi serketin bikevin sala 2023'an. Em ê Peymana Lozanê têk bibin. Em ê dagirkeriya li ser axa Kurdistanê bi ruhê ciwanan bi pêşengiya jin û ciwanan têk bibin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.