Şerê man û nemanê ye
În 22 Tîrmeh 2022 - 22:12
- Fermandar Zana Kobanê: Gava gelê me û herêmên me dikevin metirsiyê, wê demê em bêdeng namînin. Me perwerdeyên nû yên ji bo bikaranîna çekên pêşketî kirin, û moral û îradeya me bilind in, em amade ne bikevin şerê man û nemanê.
Ji fermandarên QSD'ê Zana Kobanê got, "Heger dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a dagirkirinê li ser herêmên din ên Sûriyê pêk bîne, em ê bersiveke xurt bidin. Yên ku êrişî me bikin, wê berdêlên giran bidin."
Bi armanca ku şênî û saziyên herêmê li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker, di warê siyasî, leşkerî û aborî de tedbîran bigirin û amadekariyan bikin, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserê herêmê ragihand.
Li ser mijarê, ji fermandarên QSD’ê, Zana Kobanê got, dewleta Tirk hewl dide herêmê dagir bike: “Êdî divê dewleta Tirk a dagirker nas bike, heger ew êrişî herêmê bike, ev ê ne wek êrişên wê yên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê be, ew ê bibe şerê man û nemanê û dê dawiya dagirkeriya Tirk bîne.”
QSD dagirkeriya Tirk asteng dike
Zana Kobanê di dewamê de got, “Em niha di qonaxeke hestyar û çarenûsî re derbas dibin. Ev 10 sal in kirîza Sûriyê didome, gelê me û hêzên me rastî her cureyê şer tên. Dewleta Tirk a dagirker êrişî me dike ji ber ku em astengiya yekane ne li hemberî planên wê yên dagirkirina Rojhilata Navîn.”
Zana Kobanê bang li gelên herêmê kir da ku li derdora hêzên xwe yên parastinê kom bibin: “Dewleta Tirk a dagirker şerekî taybet li dijî me dimeşîne, divê gelê me vê yekê baş nas bike û li çeper û xendeqan destekê bide me.”
Mal û welatê xwe neterikînin
Zana Kobanê got, dewleta Tirk a dagirker li ser pirraniya xaka Sûriyê xeter e: "Hêzên me yên leşkerî hêza xwe ji gel digirin. Tişta ku em ji gel dixwazin ew e, heger şer biqewime, dev ji xaka xwe bernedin û di malên xwe de bimînin, ji ber ku bi mayîna wan, bêguman em ê bi ser kevin.”
Fermandarê QSD’ê Zana Kobanê peyamek da civaka navneteweyî jî û got, “Divê cîhan tevde zanibe ku ew kesên ku dagirkeriya Tirk dibêje ku ew şerê wan weke 'terorîst' dike, xwediyên vê xakê ne; ew Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen in. Tenê sûcê wan ew e ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin û naxwazin tişta ku hatiye serê şêniyên deverên di ên di bin dagirkeriya Tirk de yanî kuştin, revandin, dizî û komkujî, werin serê wan jî.”
QSD ji şerê mezin re amade ye
Zana Kobanê got, ew naxwazin şer bikin, lê gava ku êriş bibe, ew amadene şerekî dijmar ê man û nemanê bimeşînin: “Gava gelê me û herêmên me dikevin metirsiyê, wê demê em bêdeng namînin û em ê reaksiyonên hişk nîşan bidin. Taktîkên hêzên me ji sala 2018’an cudatir in, me perwerdeyên nû yên ji bo bikaranîna çekên pêşketî li pey xwe hişt, û moral û îradeya me bilind in, em amade ne bikevin şerê man û nemanê.”
Fermandarê QSD'ê Zana Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li hevkarên dagirkeriya Tirk kir da ku xwe ji bo pereyan nefiroşin û destê xwe bi xwîna xelkê herêmê nekin.
ANHA/KOBANÊ