- Frankfurter Rundschau dibêje, dewleta Tirk a dagirker şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê weke şerê li dijî xwezaya Rojava bi rê ve dibe. Avê weke sîleh bi kar tîne û dar û daristanan jî dişewitîne.
Deweleta Tirk a dagirker bi her awayî şer dike li dijî Rojava. Yek ji sîlehên wê jî av e. Pêr wê ji bo cara 27´an ava ji ser hesekê qut kir, yanî stasyona avê ya Elûkê dîsa av ji ser Hesekê birrî. Wekî din bi bendavan dewleta Tirk çemên li Rojava hema hema bi temamî zuwa kirin û çandinî û xwezaya deverê qetil dike.
Rojnameya Frankfurter Rundschau bal biriye ser êrişên dagirkerî û qirkirinê yên hikûmeta AKP-MHP'ê yên di warê av û jîngehê de.
Philippe Pernot bi sernavê “Erdogan li dijî Kurdan şer li dijî jîngehê dike” ji Frankfurter Rundschau (FR) nivîsiye. Ew behsa wê yekê dike ka dewleta Tirk çavkaniyên avê ji ser Bakurê Sûriyê qut kirine, darên zeytûnan bombebaran kirine yan jî şewitandine.
Di nivîsê de hat bibîrxistin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ser prensîbên ekolojî, wekheviya zayendî û demokrasiyê hatiye avakirin û hate gotin, “Lê belê ev destketî niha di bin xetera krîz û hişkesaliyê de ne. Piştî ku Tirkiye axa Sûriyê dagir kir, pirsgirêka jîngehê bû navenda şer. Ev şerê ku ne bi temamî dijwar be jî niha li ser herêma kesk ê Firatê tê birêvebirin.”
Av kêm kirin
Nivîskar bi bîr dixe ku li gorî peymana sala 1987’an, diviyabû dewleta Tirk serê saniyeyê 500 metrekab avê berde da ku biherike ber bi Sûrî û Iraqê ve. Lê ev neqewimiye. Ew berpirsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Welat Derweş dide axaftin: “Lê bi avakirina Rêveberiya me ya Xweser re herikîna avê kêm bû.
Niha rêjeya ava ku Tirkiye dihêle biherike 250 metrekab e. Bê guman kêmkirina vê herikînê wê ji bo 5 mîlyon mirovên li herêmê û jîngehê, encamên berbiçav derxe holê. Pirr eşkere ye ku Tirkiye bi vê taktîkê dixwaze çi bike; bi lawazkirinê re dixwaze herêmê bi dest bixe.”
Kanalên avê bombe dike
Philippe Pernot nêrînên xwe têkildarî kêmbûna ava Firatê û avên diherikin ser Firatê yên ku bandorê li ser Til Temirê kirin wiha îfade dike: “Li Til Temirê beriya şer 40 hezar Asûrî hebûn, niha derdora hezar Suryanî lê mane. Til Temir di bin metirsiya giran a hişkesaliyê de ye.”
Her wiha nivîsê bal biriye ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Til Temirê û gotina xelkê herêmê Mehsen Elî Xelîl jî parve kiriye: “Dewleta Tirk sivîl, zarok, zevî, kanalên avdanê û stasyona pompexaneyên avê bombebaran dike. Ji ber êrişên Tirkiyê êdî em nikarin wek berê zeviyên xwe av bidin, ji ber ku ceyran tê birrîn.
Carinan 10 rojan em bê ceyran dimînin.”
Darên hezarê salan şewitandin
Rojnameyê her wiha bal bire ser ziyanên li jîngeha Efrînê û Serêkaniyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Wê got, li Efrînê darên zeytûnan ên bi hezarê salan li deverê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine şewitandin û bombekirin, li Serêkaniyê jî zeviyên çandiniyê hatine şewitandin û kanî bi zanebûn hatine zuwakirin.
Dîsa av ji ser Hesekê qut kirin
Li aliyê din North Press Agency da zanîn ku dewleta Tirk ji stasyona avê ya Elûk a li Serêkaniyêya dagirkirî, careke din av ji ser Hesekê birriye. Ajansê da zanîn ku av ji 11´ê tebaxê ve hatiye birrîn. Hevseroka Rêveberiya Avê ya Rêveberiya xweser Nawara Sebrî dibêje, di nava 2 mehên bihurî de ava vexwarinê tenê mehê 15 rojan gihîştiye taxên Hesekê.
NAVENDA NÛÇEYAN