• Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê, Faiq Zêdan got, girêdana bi biryara Dadgeha Bilind a Federal erkeke destûrî ye û mafê ti aliyî nîne biryarê binpê bike. 

Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê, Faiq Zêdan got, girêdana bi biryara Dadgeha Bilind a Federal erkeke destûrî ye û mafê ti aliyî nîne biryarê binpê bike. Faiq Zêdan da zanîn ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye.

Faiq Zêdan di hevpeyvîneke li gel rojnameya Sebah a Iraqê de got, di dosya henardekirina neft û gaza Herêmê de, Wezareta Nefta Iraqê, aliyê gilîker e û nûnerê bîr û nêrîna hikûmetê ye. 

Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê Faiq Zêdan got, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê 15’ê Sibatê biryara nedestûrîbûna qanûna hejmara 22´yê ya neft û gaza Herêma Kurdistanê da û wiha domand: “Li gorî dadgehê, qanûn berevajiya her yek ji bendên 130, 121, 115, 112, 111 û 110 ên destûra Iraqê ye. Lewma biryar da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê neftê radestî Iraqê bike.”

Hêjayayî gotinê ye ku 17’ê Gulanê, Encûmena Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê ne berevajiyê destûra Iraqê ye. Ji ber ku qanûn li gorî madeyên 110 û 112 ên destûra Iraqê hatiye amadekirin û li gorî qanûnê, divê bîrên neftê tenê di destê desthilatiya Herêma Kurdistanê de bin. 

ROJNEWS/BEXDA