• Li Peyindasa Tetwanê hêzên dewleta Tirk bi êşkenceyê zilmê li gundiyan dikin û tola berxwedanê ji wan dihilînin. Xelkê ku gundê wan berê hatibû şewitandin, dibêje “Vê carê em naçin”. 

Dewleta Tirk îna bihurî li navçeya Bedlîsê, Tetwanê li derdora gundê Peyindasê êrişeke eskerî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê da destpêkirin. Ev êriş niha bi bombebarandina dijwar dewam dike. Dewleta Tirk li gund zextê li xelkê dike û dixwaze gund bide valakirin. Dewleta Tirk nexasim jî zextê li malbata Avras dike. Medyaya ser bi dewleta Tirk û medyaya Tirk a sereke îdîa kiribû ku di êrişê de 4 gerîla hatine şehîdkirin, lê derkete holê ku ev nûçe derew e. 
Di serdegirtina li dijî gund a 12´ê Tebaxa 2023´yan de hêzên dewleta dagirker ji gund Kerem Avras, Mustafa Tedbirli, Necip Tedbirli, Heybet Çelik, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras û Ahmet Çelîk kirin nezaretê. Wekî din ji xelkê gund Ekrem û Fettulah Avras jî hîna winda ne. Ev 8 kesên di nezaretê de doh derxistin pêşberî dozger.

 

Dikarin me bikujin

Ji xelkê gund, Kiymet Avras ji JÎNHA’yê re got, çûnûhatina gund hatiye qedexekirin û wiha peyivî: “Esker li nava gund digerin. Ne bêrî dikarin herin pez bidoşin, ne jî xelk dikare pezê xwe bibe çêrê û avdanê. Van her du rojên dawî jin dikarin biçin bêriyê, lê esker jî bi wan re diçin û tên.

Her tişt anîn serê gund. Her der bombe kirin, li gundan tiştekî dîrokî û xwezayî nehêlan. Bi ti awayî ewlehiya canê me nîne.”

Kiymet Avras xwişka Kerem Avras e jî. Ew dibêje, eskeran birayê wê yê mezin gava li nava zeviyan bû kirine nezaretê û panzêra Tirkan ji roja serdegirtina gund ve li devê deriyî mala wî ye.

 

Ji ber êşkencê nikare bimeşe

Hat zanîn ku ji ber êşkenceyê, Kerem Avras êdî bi zor dimeşe, serê wî bi çend cihan hatiye şikandin û parsûyên wî derizî ne. Li ser mijarê em bi parêzera wî Berfîn Ozan re peyivîn. Pervîn Ozan got, rapora lêdanê ji bo tesbîta êşkenceyê nedane Kerem Avras û li ser vê yekê, wê israr kiriye û Kerem Avras ji nû ve biriye nexweşxaneyê û rapor stendiye. Parêzer Berfîn Ozan da zanîn ku ji ber êşkenceyê bînaya çavê muwekilê wê Kerem Avras kêm bûye.

 

Wezareta Tirkan derew kiriye

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, roja ku êrişa eskerî ya dagirkeran dest pê kiriye, kesê bi navê Mehmet Veysel Aydemir ê gerîla êsîr ketiye destê artêşa Tirk.
Hat zanîn ku Mehmet Veysel Aydemir ji zikê xwe û ji paqên xwe birîndar bûye û gava dîl hatiye girtin bêsîleh bûye. Mehmet Veysel Aydemir niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Ali Yerlikaya li ser êrişê gotibû, “Tevî Veysel Aydemir çar terorîst hatin bêtesîrkirin.” Van gotinan di çapemeniya dewleta Tirk û çapemeniya sereke ya Tirk de cihê xwe girtibû. Şahidan da zanîn ku li gund ti kes nehatiye kuştin û piştî dîlgirtina Veysel Aydemir bombekirina li gund dijwartir bûye. Hîna nayê zanîn ka îfadeya Mehmet Veysel Aydemir hatiye girtin yan na.

 

Zilma wan neqediya

Herçî gundê Peyindas e, bi salan e ku di bin zilm û zexta dewleta Tirk a dagirker de ye. Kesekî ji ber fikarên li ser ewlehiya wî em navê wî eşkere nakin, ji me re got, dewleta Tirk ji salên 1990´î ve dijminê paşnavê Avras e. Gundê Peyindas sala 1993´yan bi destê dewleta Tirk hatibû şewitandin.  Malbata Avras piştî vê bi 11 salan ji nû ve vegeriya gund û ji hingê ve li gund dimîne. Dewleta Tirk timî gef li malbatê xwarin, li malbatê gundê xwe bi cih nehişt. Ji ber zilmê bi dehan ciwanêîn malbatê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

 

Em vê carê ji gund naçin

Xelkê gund dibêje, sedema zextan ew e ku bikin ku xelk gundê xwe bi cih bihêle. Xelkê gund dibêje, ew ê tevî zextan jî dev ji gundê xwe bernede:  “Armanca wan ew e me ji nû ve bidin koçberkirin. Dixwazin gund xalî bikin. Em ê ji vir neçin ti deverê, cihekî em pê de biçin jî nîne. Êrişî zimanê me, çanda me û me bi xwe dikin, her tiştî dikin. Lê vê carê em ji gund naçin.”

Xelkê gund dibêje, li devera êrişa eskerî ewlehiya canê wan nîne û bang li xelkê kir da ku destê bidin wan û pişta wan bigirin.

BEDLÎS