Serdana TEVDEM’ê

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:10

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê şandeyekê serdana TEV-DEM`ê kir. Di serdanê de şandeyê ji ber piştgirîdayîna civaka Êzidî spasiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şandeya ku ji berdevkê Desteya Eşîrên Şengalê Şêx Seîd Milhim û endamê Meclisa Eşîran a Şengalê Dexîl Murad pêk tê, serdana Navenda Giştî ya TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê hevserokên TEV-DEM Rûken Ehmed û Xerîb Hiso, endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî ya TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de rewşa Şengalê û Komkujiya Şengalê ya 2014`an a bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatin nirxandin. Şandeyê ji ber piştgirîdayîna manewî û sekna li kêleka civaka êzidî spasiya pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.