Serdana şandeya biyanî ya YPJ’ê
În 28 Sibat 2025 - 03:05
Berpirsa Sendîkaya Yekîtiya Cotkaran Jyoti Fernandes, Aktîvîst û rojnamevan Mollie Wallace, Amy Gardiner û Heather Sweeney serdana YPJ’ê kirin. Berpirsa Sendîkaya Yekîtiya Cotkaran Jyoti Fernandes, Aktîvîst û rojnamevan Mollie Wallace, Amy Gardiner û Heather Sweeney serdana YPJ’ê kirin. Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) parve kiriye, şande ji aliyê Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Semîra Ehmed û Endama Pêwendiyên YPJ’ê Lena Huseyîn û Berpirsa Ofisa Parastina Jinên Sûryan Nur Sûryan ve hatin pêşwazîkirin. Hate diyarkirin ku fermandarên YPJ’ê li ser gêşedanên siyasî yên Sûriyê û herêmê, rewşa jinan û metîrsiyên li ser pêşeroja jinan nîqaş kirin. Şandeya jinan derbarê tekoşîn û ezmûnên ku YPJ’ê bidest xistiye de pirs ji fermandarên YPJ’ê kirin.
YPJ îfadeya îradeya jinan û gelan e
Hate gotin, fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di destpêka hevdîtînê de xêrhatina şandeyê kir û balkişand ser mîrateya tekoşîna jinan ku ji Clara Zetkîn û Jeanne d’Arc heta roja me îro didome. Rohilat Efrîn girêdana dîrokî ya di navbera tekoşîna azadiya jinê bi têkoşîna YPJ’ê re wiha vegot:“Di dîroka azadiya jinê de gelek tevger ango jinên pêşeng ji bo mafên jinan têkoşîn kirine. Em elbet nikarin tekoşîna ku îro YPJ dide meşandin, ji dîroka berxwedaniya jinên cîhanê qut bigrin dest. Di nava van salên şoreşê de YPJ’ê di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê feraseta azadiyê û şikandina zayendperestiyê de guhertinên berbiçav çêkirin. Bi taybet jî cihgirtina jinan di nava yekîneyên parastinê de hêzeke mezin da pergala Rêveberiya Xweser. Di van demên dawî de hîn zêdetir vekirî hate dîtin ku bi hilweşîna rejîma Baas re, pergala ku karî xwe li herêmê li ser piyan bigre pergala Rêveberiya Xweser e. Di vir de jî roleke sereke jin dileyîzin. Jinan hem di eniyên şer de hem jî di eniyên ji nû ve avakirin û rêvebirina civakê de berpirsyartiyêke mezin dane ser milên xwe. Bi kurtî dema ku civak bi hêza xwe bawer be, tu hêz nikare îradeya wê civakê tune bike. YPJ îro îfadeya îradeya jinan û gelan dike.”
HTŞ jinan tine dihesibîne
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar ku kiryarên feraseta cîhadîst di derbarê pêşeroja jinan de fikaran dide çêkirin û got:“Hikumeta Ehmed El Şara îro temsîla ferseta cîhadîst dike. ji ber wê jî civak nikare bi pêşerojeke bi ewle bawer be. Mînaka vê ya herî berçav jî Kongreyek bi navê ‘Zaferê’ lidar xistin. Lê di nava avahiya kongrê de jin beşdar nekirin û ev jî peyameke zelal e ku jin di nava pergala rêveberina dewletê de tune tên hesibandin. Cardin kujerên Şehîd Hevrîn Xelef di nava vê kongreyê de amade bû. Di nava artêşa HTŞ hebûna çekdarên weke Çecen, Ozbek û gelek welatên cuda jî xeteriyeke din e ku xwe rêxistinkirina hêzên cîhadîst nîşan dide. Gelek bûyerên şênber hene ku cardin dixwazin pêşerojeke tarî li ser jinan ferz bikin. Weke mînak li zanîngeha Helebê cilên reş li xwe kirinê ferz dikin û vê jî bi zimanên jinan didin gotin. Wiha jî dixwazin vê kiryara antî demokratîk meşrû bikin. Bêguman li hemberî van nêzîkatiyên paşverû ji herdemê zedetir pêwîstiya jinan ya xwe rêxistinkirinê heye. Dewlet û feraseta wê, pêşengtiya jinan tucar qebûl nake. Lê emê weke YPJ’ê tekoşîn û ezmûna di nava van salan de hatiye afirandin, hîn zêdetir bikin malê jinên Sûriyê.” Şandeyê ji bo YPJ’ê wêneyên jinên têkoşer yên cîhanê weke diyarî anîn, fermandarên YPJ’ê jî ji bo endamên şandeyê kefiyeyên koçerî ku weke sembola YPJ’ê tên nasîn diyarî dan. Şandeyê ji ber pêşwaziyê spasî li fermandariya YPJ’ê kirin û diyar kirin ku ew bi vê hevdîtinê pir kêfxweş bûne û der barê pêşketin û rûdanên li herêmê, bi taybet jî rewşa jinan, di pir aliyan de hatin agahdarkirin.
ANHA