Serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:33

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di operasyona wan de li Şedadê serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin, 2 çete jî hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û têkildarî operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê agahî parve kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku operasyon pêr li gundewarên navçeya Şedadê ya Hesekê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Antîterorê HAT’ê operasyon li dar xistiye û serçeteyekî DAIŞ’ê yê ji Iraqê piştî ku gulle li hêzên ewlekariyê reşandine, hatiye kuştin û 2 çete jî hatine girtin.

Her wiha di operasyonê de çekeke kalaşnîkov û 8 şarjorên wê, kembereke teqemeniyê, bombeyeke destan û 2 rext hatine desteser kirin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.