‘Serbaz’ li Amedê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:03

  • Lîstika pêkenok a “Serbaz” ku ji aliyê koma Yenî Sahne ya Êlihê ve hatiye amadekirin, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê mêvanê Amediyan bû. Lîstik ji destpêkê heta dawiyê temaşevanan dide kenandin.

Lîstika pêkenok a “Serbaz” ku ji aliyê koma Yenî Sahne ya Êlihê ve hatiye amadekirin, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê mêvanê Amediyan bû. Lîstik ji destpêkê heta dawiyê temaşevanan dide kenandin.  

Derhênêr û wergêrê lîstikê Yakûp Selîmoglû, ev lîstika “Serbaz” ji pirtûka nivîskarê Bûlxar, Hristo Boyçev wergerandiye û ev lîstikeke komedî ye. Lîstik qala şeş nexweş û bijîşkekî pirr ciwan dike. Di beşa psîkyatrî ya piçûk de ku li keşîşxaneyeke kevn a Balkanan e, ev kes terkî çarenûsa xwe têne kirin û li çiyayan winda dibin.

Lîstik ji sala 2019’an ve hatiye amadekirin û derdikeve turneyan. Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya bernameya xwe ya Kanûnê de lîstika “Serbaz” vexwend Amedê û lîstik roja Şemiyê û Yekşemê mêvanê Amediyan bû. Lîstik li ser dika Şanoya Bajêr derket pêşberî şanohezan. 

Bi sedan welatiyî li lîstikê temaşe kir. Her du rojan jî cih di eywana şanoyê de nema û hin kesan li ser piyan lê temaşe kir. 

Lîstik ji destpêkê heta dawiyê bi awayekî komedî ye. Çawa ku bi kêliyên komedî dest pê dike bi kêliyên komedî jî bi dawî dibe. Peyv û tevgerên lîstikvanan ên bi henekî temaşevan bênavber kenandin.  

Lîstikvan jî bi performanseke serketî rolên xwe dikin û yek ji yekê xweştir dike û bi rolekî jêhatî radibin. 

Erdal Kaya, Gulistan Şahîn, Kenan Demîr, Mehmet Sevîlgen, Mennan Oncu, Mûrat Kûrhan, Serdar Bîçîmlî û Yakûp Selîmoglu lîstikê bi Kurmanciyeke fesîh rave dikin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.