Şer êdî yê man û nemanê ye

În 25 Mijdar 2022 - 01:27

Rûspî û şêxên eşîrên Tebqayê diyar kir ku ew li dijî êrişên dagirkeriya Tirk destekê didin QSD′ê û Rêveberiya Xweser.

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê li pêş Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Şêxê eşîra Elbo Xemîs Hisên Reşid daxuyanî xwend û got, "Dewleta Tirk di êrişên xwe de avahiyên sivîl ji nexweşxane, stasyonên elektrîkê û depoyên dexlûdanan hedef digire. Ji bo êrişan şanoyek çêkir, lê heta niha tu kesî pê bawer nekir.

Hin dewletan xwe li van êrişan kor kir û da zanîn ku ji mafên dewleta Tirk e ku ewlehiya xwe biparêze.

Gelo ji gundekî parêzgeha Dêrazorê yê ku 70 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê dûr e, gefan li dijî dewleta Tirk dixwe? Gelo zarokên Kobanê ku parçeyên laşên wan belav bûne, gefan li dewleta Tirk dixwin?”

Di dawiyê de hate gotin, “Em destekê bidin Rêveberiya Xweser û li dora hêzên xwe QSD′ê ji bo parastina xak û gelê xwe bicivin. Ji ber ku şer êdî, şerê hebûnê ye."

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.