Şer dest pê kiriye

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:12

  • Endamê komîteya hevserokatiya PYD´ê Foza Yûsif dibêje, stratejiya delweta Tirk a li dijî Rojava têk çûye, lê belê şerê wê yê li dijî Rojava jî ji mêj dest pê kiriye. Ew dibêje, stratejiya wan a berxwedana bêsînor a bi Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.

EMRULLAH BOZTAŞ

Piştî ku dewleta Tirk li Zapê şikest, dewleta Tirk berê êrişkariya xwe dîsa da rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî. Tevgera hewayî ya bi rehetî ya dewleta Tirk li vê deverê nîşan dide ku di civînên tehran û Soçiyê de liehevhatineke aliyan hebe. Li aliyê din ew gotinên serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ên ji bo hewldana hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re îşaret bi pîlaneke muhtemel a nû ya dewleta Tirk dikin. Em li ser mijarê bi endama Komîteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD´ê Foza Yûsif re peyivîn.

Foza Yûsif gava ku civînên NATO´yê yên li madrîdê, yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Tehranê û ya Rûsya û Tirkiyeyê li Soçiyê nirxand got, “Nabe ku em bibêjin, elaqeya van hevdîtin û civînan bi êrişên li dijî herêmên me re nîne. Êrişên li dijî pêşengên Şoreşa Rojava hewladanên lawazkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) in.”

Foza Yûsif bal bire ser êrişên sereqet ên dewleta Tirk jî û got, “Dewleta Tirk dest bi şerî kiriye û ev şer kete qonaxeke nû. Ji ber wê jî bila kes xwe nexapîne û nebêje, ´şer ranegihandine, şer dest pê nekiriye´ Her roj êriş dikin, her roj mirovan qetil dikin, gundan talan dikin, bi demografiya deverê dilîzin, dest diavêjin rûmeta jinan û destdiavêjin xelkê.”

Armanc qirkirin e

Foza Yûsif ji bo êrişên li dijî xelkê gund, navçe û bajaran jî dibêje, “gelek sedem hene. Sedema sereke ew e ku dixwazin herêmê bêîstîqrar bikin, tirsê bixin dilê xelkê û bikin ku koçber bibe. Nexasim wan deveran dikin hedef ên ku Kurd li wan dimînin, armanc ew e ku van deveran bidin valakirin. Çawa ku niha li deverên dagirkirî komkujiyên çandî û fizîkî hene, bi van êrişan jî siyaseta xalîkirina deverê ji xelkê dane ber xwe. Li gelek deveran dîwaên li ser sînor hatine danîn ji bo êrişeke giştî rakirine. Armanca sereke ya êrişên li dijî sivîlan ew e ku bikin ku xelk êdî baweriyê bi Rêveberiya Xweser neîne. Armanc ew e ku bi tirs û terorê xelkê ji hev belav bike, Rêveberiya Xweser ji holê rake. 

Ne 30 kîlometre ye

Li ser armanca eşkerekirî ya dewleta Tirk a dagirkeriyeke 30 kîlometreyî ya li ser erdên Sûrî jî, Foza Yûsif dibêje, “Armaca dewleta Tirk ne tenê 30 kîlometre ne. Ti elaqeya wê bi ewlehiya sînoran re nîne. Ev dereweke mezin e Ji bo ku ser armancên xwe yên dagirkeriyê bigirin, wiha dipeyivin. Esas, dewleta Tirk li aliyekî dixwaze hegemonyaya xwe ya serdema Osmaniyan li herêmê ji nû ve saz bike. Li aliyê din jî dixwaze Sûriyê ji nû ve bike wîlayeteke xwe.

Ji bo vê jî bi hincetên cihê êrişî welatên cîran dike. Dewleta Tirk wekî din hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye. Herêmên Kurdan weke dijmin ragihandine û wiha jî bi rêbazên qirêj hemûyan êriş dike. Lê belê armanca dewleta Tirk a bi van lîstikan eşkere bû. Her carê dewleta Tirk êriş kir, me heta niha mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî û em vî mafî bi kar tînin jî.”

Stratejiya Erdogan hilweşiya

Foaza Yûsif armancên stratejîk ên dewleta Tirk û serekê wê Erdogan ên stratejîk bi bîr xistin û got, “Erdogan têk çû.

Proje û stratejiya Erdogan li herêmê dixwest bi cih bike, rûxiya, çû. Erebistan Siûdê, Misr, Mîrektiyên Yekgirtî yên Ereb û Erdogan niha dixwazin ji nû ve bi hev re peywendiyan deynin û sedem jî ev rastî ye. Derdê wan niha ew e ku taktîkê biguherin û siyasetên xwe yên şovenîst, mêhtinger û êrişkar nû bikin.” 

Şerê Gel ê Şoreşgerî

Endama Komîteya Hevserokatiya PYD´ê Foza Yûsif li dijî van êrişan behsa amadekariyên rêveberiyê jî kir û got, esasê amadekariyan Şerê Gel ê Şoreşgerî ye: “Em xwe li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin. Em yeqîn dikin ku tenê bi berxwedaneke bêsînor a bêhempa em dikarin destketiyên gelan, jinan û şoreşê dikarin biparêzin û misoger bikin. Haya me ji mezinahiya tehlûkeyê heye. Ji ber wê jî lazim e berxwedan di asteke welê de be ku ji vê jî bibihure.

Berxwedana dîrokê ya li Zapê jî feyz û îlham da me.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.