Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê heta bi gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir kiriye, niha çav berdaye dagirkirina Şengal û Dêrikê. Rojnamevan Nazim Daştan li ser vê rewşê bi Hevserokê Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer re peyivî û Omer da zanîn ku dewleta Tirk ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne. 

Daştan bi bîr dixe ku piştî ku hat îddîakirin Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çûye serdana Sûriyeyê û bi rayedarên rejîmê re hatiye gel hev, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler çûn serdan Bexda û Hewlerê. Piştî van hevdîtinan gotinên Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, ên mîna “Dibe ku em şevekê ji nişkeve bên” îhtîmala operasyoneke mezin zêdetir kir û nîşan da ku Tirkiye ji bo vê yekê amadekariyan dike. 

Omer di vî warî de ji Daştan re qala pîlanên “Mîsaq-î Mîllî” yên dewleta Tirk li hemberî herêma wan dike û dibêje; “Bi dagirkirina Efrînê dest bi vî pîlanê xwe kirin. Piştre Serêkaniyê û Grê Spî dagir kirin. Xeyala wan kontrolkirina herêma ji Helebê heta Misûlê ye. Dîsa Kerkûk jî di nav vî pîlanê de heye. Erdogan, dixwaze bibe siltanê nû yê Osmaniyan. Ne tenê li Sûrî, li Lîbya, Behra Spî û Ermenistanê jî di nav planeke wiha de ye. Destê xwe dirêjî gelek cihan dike.” 

Omer, bi lêv dike ku Erdogan hewl dide vê projeyê bi Birayên Misliman pêk bîne û dibêje; “Heke firsendê bibîne dê li dijî herêma ji Dêrikê heta Şengalê şer bide destpêkirin. Di vê rewşê de beşekî mezin ê Başûrê Kurdistanê dê bê dagirkirin. Em jî weke Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo vî îhtîmalê amadekariyên xwe dikin. Li hemberî rewşên bi vî rengî tenê rêyek me heye, ew jî gelê me û berxwedana me ye. Em ê li hemberî Tirkiyê xwe biparêzin.”

NAVENDA NÛÇEYAN