- Li Koln, Essen, Hamburg, Darmstadt, Parîs, Marsîlya û gelek bajarên din Kurdistaniyên li Ewrûpayê komkujiya li Şengalê rûreş kir.
Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Şengalê û xasma komkujiya li daketin qadan.
KOLN: Li bajarê Elmanyayê Kolnê yê Elmanyayê êrişa qirker a li dijî Şengalê hate şermezarkirin. Çalakî li pêşiya gara navendî ya trenan hate kirin û qederê 150 kesî tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku gelê Kurd li hemberî qirkirina DAIŞ’ê têkoşiya û DAIŞ têk bir. Wê got, “Niha jî faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze vê qirkirinê temam bike. Dixwazin careke din Şengalê qir bikin. Lê divê zanibin Kurd ne Kurdên 100 sal berê ne. Wê Kurd li ber xwe bidin û nehêlin ku Şengal têk biçe”
ESSEN: Li bajarê Elmanyayê Essenê jî êrişên li dijî Şengalê hatin protestokirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan hate lidarxistin. Li ser navê NCDK’ê Yilmaz Gultekîn got, dewleta Tirk bûye DAIŞ’eke bê kontrol. Gultekîn bang li Kurdan kir da ku divê li dora Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayan bibin yek.
HAMBURG: Li bajarê bakurê Elmanyayê Hambûrgê, Meclîsa Jinan a Rojbînê li pêşiya avahiya Rote Flora ya li Sternschanzeyê çalakî li dar xist. Li ser navê meclîsê Leyla Kaya got, “Çi dûr û çi nêzik, teqez hesabê van êrişên bêbext wê were dayîn.” Çalakî bi sloganên ‘Bimire Erdogan’ û ‘Erdoganê kujer’ bi dawî bû.
KIEL: Li Kielê komên çepgir ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewrûpayê hate şermezarkirin.
HANNOVER: Li paytexta Niedersachsenê Hannoverê, êrişên qirker ên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin. NAV-DEM Hannoverê çalakî organîze kir.
DARMSTADT: Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê êrişa li dijî Şengalê bi beşdariya qederê sed kesî hat protestokirin. Di çalakiyê de banga xurtkirina berxwedan û piştgiriyê hat kirin.
BASSEL: Li bajarê Swîsreyê Basselê li ser banga Meclîsa Jin a Ronahî û Navenda Civaka Kurd (NCK), Kurdistanî û dostên wan li Claraplatzê civiyan û ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê mîtîngek li dar xistin. Hevseroka Meclîsa Jin a Ronahî Zeyneb Kayra got, “Bi rengekî ku bi temamî li dijî huqûqa navnetewî ye nexweşxaneyek li Şengalê bû hedef û hat bombekirin. Di serî de dewleta Swîsreyê pêwîst e civaka navneteweyî demildest dest werde êrişên dewleta Tirk.”
LUZERN: Li bajarê Swîsreyê Lûzernê jî çalakî li ber stasyona navendî ya trenê pêk hat.
PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîsê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin. CDK-F û TJK-F’ê li ber Parlamena Fransayê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tirkiyê Kurdên Êzîdî yên li Şengalê qetil dike” hat vekirin. Di daxuyaniya li ser navê CDK-F’ê hat kirin de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst Kurdên Êzîdî yê li Şengalê qetil dike û cîhan li vê komkujiyê temaşe dike”
BORDEAUX: Li bajarê Fransayê Bordeauxê Meclîsa Jin a Bordeaux çalakî organîze kir.
MARIGNANE: Li Marignanê ciwanan li navenda bajêr meşek li dar xist û bi diruşmeyan komkujeriya dewleta Tirk şermezar kir.
MARSÎLYA: Li Marsîlyayê jî ji bo şermezarkirina êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî li Meydana Vieux-Port çêbû û bi sedan kes tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” hat gotin û pankartên li ser wan nivîsandibû “Şengal ne bi tenê ye”, “Ewrûpa bêdeng nemîne” hatin hilgirtin.
Sibe li Bielefeldê bin
Ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Şengalê dike, roja Şemiyê li bajarê Elmanyayê Bielefeldê meş û mîtîngeke navendî tê lidarxistin
Komîteya Amadekar a Duyemîn Festîvala Çanda Êzîdxanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber komkujiyên dewleta Tirk a li Şengalê wan biryar daye ku li şûna festîvalê, meş û mîtîngeke navendî heman rojê li dar bixin û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û nexasim jî civaka Êzîdî kir.
Komîteye banga xwe li civaka Êzîdî wiha îfade kir: "Banga me ji bo civaka Êzdî jî ev e ku Şengal û civaka Êzdî a li Şengalê ne tenê ji bo xwe tên qetilkirin û êriş li hemberî wan tên kirin, ew ji bo tevahiya Êzdiyan tên qetilkirin. Ji ber wê jî berxwedan û hebûna wan jî, ji bo tevahiya Êzdiyên cîhanê ye. Divê hemû Êzdiyên cîhanê ji Şengala birîndar re bibin qîrên, hewar, pişt, dev, çav, dil û wan tenê nehêlin. Divê hemû Êzdî Şengalê wek çavê xwe biparêzin û li civaka Şengalê xwedî derkevin."
Çalakiya sibe wê saet 11:00´an li ber Hauptbahnhofê dest pê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN